Konsera Xecê jî hat betalkirin

10-11-2024
RÛDAW
Nîşan Xecê Konser Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dawî li qedexekirinên li ser çand û zimanê Kurdî nayê.

Piştî konserên Rojda, Diljen Ronî û Azad Bedran, konserên stranbêj Xecê jî li sê parêzgehan hatin betalkirin.

Piştî ku 4ê mehê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin kirin, li ser çand û zimanê Kurdî  pêleke qedexekirinê dest pê kir û konserên hunermendên Kurd tên qedexekirin.

Destpêkê Şaredariya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê ku di destê CHPyê de ye 17ê mehê konsera hunermend Rojdaya betal kir.

Piştre konsera Diljen Ronî ku dê 6ê Kanûna Pêşîn li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê li dar bixista bi hinceta karûbarên avahîsaziyê yên li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaşê hat betalkirin.

Piştre stranbêj Azad Bedran jî ragihand ku konsera wî ya 15ê mehê ya li salona Şaredariya Murat Paşayê ya Antalyayê bi hinceta ku heman rojê li salonê civîneke din heye hat betalkirin.

Herî dawî stranbêja Kurd Xecê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku 3 konserên wê yên li Erzirom, Agirî û Mûşê ku dê 16, 20 û 21ê mehê bihatana sazkirin ji aliyê xwediyên salonan ve hatine betalkirin.

Xecê li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser mijarê peyamek belav kir û got:

“Agahdarî! Ji bo piştgirî û têgihiştina hunerê em spasiya hemû hezkiriyên xwe dikin û teqez em dê di her şert û mercî de baweriya xwe ya bi hêza hevgirtina muzîkê biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst