Li Şemzînan pêşengeha berhemên destçêkir hat vekirin

03-06-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Şemzînan Colemêrg Pêşangeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrga Bakurê Kurdistanê pêşengeha berhemên destçêkirî hate vekirin.

Pêşengeha berhemên destçêkirî li Parqa Şaredariyê bi beşdariya Serokê Şaredariya Şemzînanê Tahir Sakli û berpirsên navçeyê û xelkê Şemzînanê hate vekirin.

Di pêşengeha berhemên destçêkirî de gellek berhemên qedîm ên Kurdewarî jî cihê xwe girtin. Bi taybetî jî mafîr û berik û xalîçeyên destçêkirî bala beşdaran kişand.

Pêşengeh bi merasîmeke fermî hate vekirin û di dema pêşengehê de ji alîyê komên muzîkê yên heremî ve  jî konsert hatine encam dan.

Piranîya berhemên di pêşengeha berhemên destçêkirî de cih girtine ji aliyê xwendekarên Navenda Perwerdehiya Gel ya Şemzînane we hatine çêkirin.

Mamosteyên Navenda Perwerdehiya Gel ya Şemzînane jî di pêşengehê de başdar bûn.

Yek ji  mamosteya Navenda  Perwerdehiya Gel ya Şemzînane Aysun Yilmaz, ji Rudawê re behsa xebatên xwe kir û got: “Em hewil didin ku berhemên destçêkirî nîşan bidin. Demeke dirêje ku em xwe ji bo vê pêşengehê amade dikin. Spas ji bo herkesî ku keda xwe daye û piştgiriya me kiriye.”

Di pêşengeha berhemên destçêkirî de heman demê xwarina herêmî ya Şemzînanê keledoş jî hate belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst