Şandeke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê serdana Colemêrgê kir

14-07-2023
Heyder Doskî
Şandeke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê serdana Colemêrgê kir
Şandeke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê serdana Colemêrgê kir
Nîşan Geştiyarî Herêma Kurdistanê Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke rayedarên birêveberiyên geştiyariyê û nûnerên acentayên geştiyariyê yên bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê ku ji 65 kesan pêk dihat, serdana parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û navçeya wê Çelê kirin.

Şanda geştiyaran a ji Herêma Kurdistanê li Deriyê Sînorî Serzêrê yê navçeya Çelê ji aliyê Şaredarê navçeya Çelê Ensar Dundar, Şaredarê Bajêrgê Dirbaz Buyuksu û nûnerên saziyên sivîl ve bi gulan hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê beşdarî bernameya xwarinê bûn.

Endamên şandê li Mizgefta Emîr Şaban a dîrokî û navenda navçeyê geriyan û ji rayedaran agahî wergirtin girtin, piştre çûn navenda bajêr û serdana girê ku lê bajêr temaşe dikin kirin.

Alîkarê Parêzgar Halîl Îbrahîm Koroglu û Birêveberê Çand û Geştiyariyê yê Parêzgehê Îdrîs Ancaoglu li wê derê bi şanda mêvan re hatin cem hev û sohbet kirin.

Piştî ku şanda geştiyarai li Medreseya Meydanê geriyan, çûn Navenda Şemetokê ya Mêrga Botan ku her sal bi hezaran geştiyarên xwecihî û biyanî serdana wê derê dikin.

Xeyrî Elî Oso Serokatiya şanda Herêma Kurdistanê ya ku ji 64 kesan pêk tê ji Rûdawê re axivî û got “Em li ser daweta xelkê vê derê em hatine vê derê û em dê 4 rojan li vê derê bimînin. Em bi hêvî ne di navbeyna me û wan de ku bêhtir hemahengî û hevkarî çêbibe bo veguhestina geştiyaran ji vê derê bo Herêma Kurdistanê û ji Herêma Kurdistanê bo Colemêrgê.

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya Yekîtiya Acenteyên Geştî yên Tirkiyê Cevdet Ozgokçe serdana şanda Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re nirxand.

Ozgokçe “Me bernameyeke ku ji 3 şev û 4 rojan pêk tê amade kiriye. Em ê cihên dîrokî û geştiyarî ên li navenda bajêr, Gever û Şemzînanê nîşanî mêvanên xwe bidin. Em dê wan li nêzikî 10 cihên geştiyariyê bigerînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst