Şivan Perwer, Îbrahîm Tatlises da îcrayê

01-08-2022
RÛDAW
Nîşan Şivan Perwer Îbrahîm Tatlises Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Hunermendê Kurd Şivan Perwer, Îbrahîm Tatlises ê ku ji ber deynên elektrîk û gaza kebabfiroş û kompanyayên xwe bi qasî 120 milyon TL deyndarê dewletê ye, daye îcrayê.

Kurê Îbrahîm Tatlises ê mezin Ahmet Tatli ji bavê xwe re gotibû ew "ne li ser hişê xwe ye" û şerh danîbû ser milkên bavê xwe.

Li aliyê din Îbrahîm Tatlises di konsereke xwe de bi awayekî sergirtî ji kurê xwe re gotibû, “Ji min re dibêjin ne li ser hişê xwe ye. Kesekî ku ne li ser hişê xwe be, dikare van hemû stranan jiber bizane?”

Hat îdiakirin ku li ser hemû mal û milkên Îbrahîm Tatlises hecz û bi milyonan lireyê Tirkî deynê bacê heye.

Hunermend û nivîskar Onur Akay, belgeyên heczê yên li ser mal û milkên Îbrahîm Tatlises eşkere kir.

“Şivan Perwer, Îbrahîm Tatlises daye dadgehê”

Her wiha Akay da zanîn ku Îbrahîm Tatlises deyndarê Şivan Perwer e û Perwer ew daye îcrayê.

Akay her wiha anî ziman, “Talises ê ku di gelek qadan de xwedî veberhênan e û di piraniya wan de zirareke mezin dîtiye, deynên elektrîk û gaza kebabfiroş û kompanyayên wî jî hene. Yanî ez hîn bûm ku ew 120 milyon TL deyndarê dewletê ye. Her wiha ez hîn bûm ku Îbrahîm Tatlises ê ku ji ber deynên xwe hecz li ser mal û milkên wî ye, bi Hunermendê Kurd Şivan Perwer re jî pirsgirêkeke wî ya li dadgehê heye.”

“Pere nehatiye dayîn”

 Akay diyar kir ku Perwer di sala 2014an de di doza mafê telîfê ya ku li dijî Îbrahîm Tatlises vekiribû de bi ser ket û got, “Lê belê tevî ku di doza mafê telîfê de bi ser ket jî, ji aliyê Îbrahîm Beg ti pere nehatiye dayîn, li ser vê meseleyê parêzerên Şivan Perwer, Îbrahîm Tatlises dane îcrayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst