Tûrneya Şivan Perwer dest pê dike

23-12-2023
Ferdî Sak
Şivan Perwer
Şivan Perwer
Nîşan Şivan Perwer Tûrneya Cîhanê Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, 50emîn salvegera xwe ya di muzîk û hunera Kurdî de pîroz dike.

Hunermendê navdar, bi vê wesîleyê cara yekemîn e derdikeve tûrneya cîhanê.

Hunermendê mezin û hostayê muzîka Kurdî Şivan Perwer 50 salan di hunera Kurdî de li pey xwe dihêle.

Bi vê helkeftê li çendîn welatên cîhanê derdikeve turneyê û konseran saz dike.

Yekem konsera wî îşev li bajarê Duisburgê yê Almanyayê dest pê dike.

Dîmenenên provaya wê konserê ne û ji aliyê Weqfa Şivan Perwer ve taybet ji bo Rûdawê hatine şandin.

Şivan Perwer got, “Hîn xebat û xizmet pêwîst in divê em berdewam bikin. Gelê me di nav vê zehmetiyê de diêşê û berdewam dike. Emê jî berdewam bikin.”

Nêrînên hunermendên Kurd li ser hunera Şivan perwer

Hunermendên 4 parçeyên Kurdistanê jî bi vê helkeftê bi peyaman 50 saliya hunera Şivan Perwer pîroz kirin û bal kişandin ser rola wî ya di muzîka Kurdî de.

Hunermend Diyar Dêrsimî got, “We bandoreke mezin li ser hestên her Kurdekî çêkir. We bandoreke mezin li ser hestên welatparêziyê çêkir û we hestên neteweyî şiyar kirin.”

Hunermend Hozan Dîno diyar kir, “Mamoste Şivan Perwer kedeke mezin da çand û hunera Kurdî. Gelek hunermend di bin bandora hunera wî de huner afirandin.”

Hunermend Şehram Nazerî anî ziman, “Şivan Perwer ji bo xelkê Kurd bûye hêmaya hûnerê û bûye sembola berxwedan, azadî û azadîxwaziyê.”

“Li asmanê pir stêrk ê Kurdistanê, çend stêrk zêdetir dibiriqin ku yek ji wan jî Şivan Perwer e”

Hunermend Bijan Kamkar axivî, “Li asmanê pir stêrk ê Kurdistanê, bi nêrîna min çend stêrk zêdetir dibiriqin ku yek ji wan jî Şivan Perwer e.”

Hunermend Hesen Şerîf got, “Ez dê bibêjin Şivan yek e nabe du.”

Hunermend Hozan Canê diyar kir, “Gelek ciwanên Kurd bi dengê Şivan aşiq bûn, gelek jî bi dengê Şivan siyaset kirin, zivirin çand û hunerê”

Hunermend Xêro Ebbas ragihand, “Miletê Kurd li her çar parçeyan weke xewekê hebû lê di derketina Şivan Perwer de bi rastî ew hêviya miletê Kurd çêbû.”

Bernameya tûrneya Şivan Perwer:

Konsera dûyem a Şivan Perwer 24ê vê mehê li bajarê Utrechtê yê Hollandayê ye.

Piştî wê 14ê Kanûna Paşîna 2024an li Tokyo û 19ê Kanûna Paşîn wê jî li Parîsê konseran saz dike.

Piştre bi rêzê li Basel, London, Offenbach, Uppsala û Malmo derdikeve ser dikê.

Şivan Perwer Sibata 2024an li Hewlêr a paytext derdikeve pêşberî hezkiriyên hûnera xwe.

Herî dawî li Munchen û Televîvê konseran saz dike û dawiyê li tûrneya xwe tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst