Bank of America: Heta dawiya salê dolar dê bibe 30 lîre

28-09-2023
Nîşan Bank of America Dolar Pêşbînî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê, heta dawiya salê dê dolarek bibe 30 lîreyên Tirkî.

Bank of Americayê ku yek ji bankayên herî mezin ên Amerîkayê ye pêşbîniya xwe ya dolar/lîre ya dawiya sale nûjen kir.

Li gorî rapora Bank of Americayê, dibe ku Banka Navendî ya Tirkiyeyê heta dawiya sale rêjeya faîzê heta ji sedî 45an bilind bike.

Bank of Americayê da zanîn ku dê lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî nirxê xwe zêdetir ji dest bide.

Bank of Americayê herwiha pêşbînî kir ku heta dawiya salê dolar li hember lîre bigihe 30 lîreyî.

Heta Îlona 2024an dibe 37 lîre

Li gorî pêşbîniyan, heta meha Adara 2024an dolar dibe 32 lîre, heta meha hezîranê dibe 35 lîre û heta meha îlonê dibe 37 lîre.

Herwiha li gorî raporê ji ber zêdebûna bihayê petrolê kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst