STENBOL - Xwediyê barê yê Dêrsimî di êrişa çekdarî de hat kuştin

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Bar Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Ambarliyê ya navçeya Avcilarê ya Stenbolê, saet 03:00an li bareke ku stranên gelêrî lê tên gotin êrişeke çekdarî pêk hat.

Hat îdiakirin ku Bugdat K. û 3 kesên din gule li bara Huseyîn Taşê Dêrsimî reşandin.

Di gulebaranê de xwediyê barê Huseyîn Taş, Celal Tekgoz, Ayhan Kuçukdal û Burhan Kuçukdal birîndar bûn.

Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan û xelkê Huseyîn Taşê ku birîndar bûbû bir nexweşxaneyeke taybet a Avcilarê lê wî tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku rewşa birîndarê bi navê Celal Tekgoz ne baş e.

Hat îdiakirin ku êriş piştî nîqaşa di navbera xwediyê barê û xwediyê dikaneke cîranê wî de pêk hatiye.

Li gorî nûçeya DHAyê, êrişkar Bugdat K. û Mehmet K. li ser cadeya Fevzî Çakmakê gule li nobedaran jî reşandin.

Nobedaran Bugdat K. desteser kir lê Mehmet K. reviya.

Piştî êrişê Mahîr K. û Sema K. yên ku xwe li kêleka barê veşartibûn, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li aliyê din, xwediyê barê Huseyîn Taşê ku di êrişê de canê xwe ji dest da, di parvekirina xwe ya dawî ya Facebookê de bernameya wê êvarê belav kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst