Ji dolar rekoreke nû; gihîşte 26 lîreyên Tirkî

26-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî careke din daket û dolar rekoreke nû tomar kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê 22ê Hezîrana 2023an biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kir û piştî wê biryarê nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî daket û îro Duşemê 26ê Hezîranê yek dolarê Amerîkî gihîşte 26 lîreyên Tirkî.

Li gor borseyên Tirkiyê di demjimêr 12:30an de bihayê dolarekî Amerîkî gihîştiye 25.99 lîreyên Tirkî. Herwiha bihayê her euroyekê jî bûye 28.29 lîreyê Tirkî.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê, piştî zêdetirî 2 salan ji biryara xwe ya kêmkirina rêjeya faîzê vegeriya û rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an zêde kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst