Nirxê rûbleya Rûsî ji ber cezayên Yekîtiya Ewropayê dadikeve

23-12-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nirxê rûbleya Rûsî ji ber cezayên Yekîtiya Ewropayê dadikeve
Nirxê rûbleya Rûsî ji ber cezayên Yekîtiya Ewropayê dadikeve
Nîşan Rûble Rûsya Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Armanca sereke ya 9emîn paketa cezayan a Yekîtiya Ewropayê Kremlîn e. Li Brukselê amaje dikin ku ew dixwazin şiyana Hikûmeta Rûsyayê ya fînansekirina şerê li dijî Ukraynayê qels bikin lê di pratîkê de bandora cezayan bi Kremlînê re sînordar namîne.

Ji destpêka meha Kanûnê ve, dirava neteweyî ya Rûsyayê ji %20 nirxa xwe ji dest daye. Darayîzan dan pê didin ku êdî tu amraz di destê Kremlînê de nemaye ku pêşî li vê yekê bigire.

Timur Nîgmatulin Rêveberê Beşa Darayî ya Banka FÎNAM got, “Vê gavê, Banka Navendî, eger heta gelek bixwaze jî, nikare mudaxele li bazara diravê bike. Ji ber ku nikare dirava biyanî bikire an jî bifroşe. Dikare, lê pir bi zehmetî. Ew jî divê bi Çînê re li hev bike. Niha tenê mekanîzmek maye, ew jî destûra di navbera hinardekirin û hawirdekirinê de ye. Hawirdekirin niha hinek tê ser xwe lê hinardekirin, berovajî, kêmtir dibe, ji ber cezayên nû û ev dibin sedema lewazbûna rûbleyê.”

Tîgran bi bavê xwe re nêzîkî 10 salan e ku ev atolye vekirine. Ew mobîlyayên entîke restore dikin. Mişteriyên wan bi giranî ji derveyî Rûsyayê, bi taybet ji Ewropayê ne. Keresteyên ku ew bikar tînin jî bi giranî ji derve tên.

Xwediya atoleyeya restorasyona mobilyayan Tîgran Alekseyevîç anî ziman, “Bê guman, bilindbûna nirxê dolar rasterast bandor li karê me kiriye. Em bi amûr û keresteyên biyanî kar dikin. Ew jî pir giran bûne. Karê me jî pir hessas e, divê kalîte pir baş be. Pêwîst e kereste û amûr jî bi kalîteya bilind bin. Keresteyên ku em pê kar dikin, niha 4 caran giran bûne. Hêvî dikin hikûmet tedbîran bigire ku karsazên biçûk têk neçin.”

Darayîzan dibêjin eger kêmasiya budceya Rûsyayê bi qasî 2 trîlyon ruble bê texmînkirin, wê demê ji bo ku ev "qul" were girtin, divê nirxa dolar heta 75 rubleyan berz bibe. Bi nêrîna analîstan, berî sala nû, dibe ku dolar bigihêje 80 rubleyan û euro jî  85 rubleyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst