Xerciyên pasaport û ehliyetan hatin zêdekirin

01-01-2025
RÛDAW
Nîşan Pasoport Ehliyet Xercî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xerciyên pasaport, bac, ehliyet û cezayên trafîkê ji sedî 43,93 hatin zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina sala nû re xercî û bacên fermî hatin zêdekirin.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê rêjeya enflasyona hilberînê ya ji sedî 43,93 a 12 mehan ku di meha Cotmeha 2024an de ragihandibû, wekî Rêjeya Nirxandina ji Nû ve di Rojnameya Fermî de ragihand.

Di serî de pasaport xizmetên ku ji aliyê dewletê ve têne kirin û bac û cezayên têne wergirtin li gorî Rêjeya Nirxandina ji Nû ve têne zêdekirin ku ew jî wekî ji sedî 43,93 hat zêdekirin.

Li gorî bihayên nû ji 1ê Kanûna 2025an ve xerciya pasaporta 6 mehî ji hezar û 639 lîreyan dibe 2 hezar û 351 lîre (66 dolar), pasaporta salekê ji 2 hezar û 397 lîreyan dibe 3 hezar û 449 lîre (98 dolar), pasaporta 2 salan ji 3 hezar û 923 lîreyan dibe 5 hezar û 644 lîre (160 dolar), pasaporta 3 salan ji 5 hezar û 558 lîreyan dibe 8 hezar û 12 lîre (227 dolar) û pasaporta 10 salan ji 7 hezar û 833 lîreyan dibe 11 hezar û 275 lîre (319 dolar).

Bihayê deftera pasaportê jî ji 790 lîreyan dibe hezar û 137 lîre.

Her wiha bihayê ehliyetan (Destûra Şofêrtiyê) jî hat zêdekirin. Xerciya Ehliyeta A (motorsîklet) wekî hezar û 883 lîre (53 dolar), xerciya Ehliyeta B (otomobîl) wekeî 5 hezar û 678 lîre (160 dolar) hatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst