7emîn Lûtkeya Bazirganî ya Kurdistan-Tirkiye û Iraqê li Hewlêrê birêve diçe

22-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Tirkiye Iraq Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya Komeleya Pîşesaz û Karsazên Navneteweyî (USİAD) nêzîkî 40 kompanyayên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beşdarî 7emîn Lûtkeya Veberhênan û Bazirganiyê ya Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê dibin ku li Hewlêra paytext tê lidarxistin.

7emîn Lûtkeya Veberhênan û Bazirganiyê ya Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê di 20 Gulanê de dest pê kir û dê heta 23 Gulanê berdewam bike. Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 40 kompanî beşdarî lûtkeyê dibin. Armanc ew e ku qebareya bazirganiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ji 20 milyar dolarî bigihînin di salekê de 25 milyar dolarî.

Şevket Kayikçi ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye û xwediyê kompaniyeke çêkirina kelûpelên malê ye. 24 kes kompaniya wî de dixebitin. Ji dîzayna destpêkê heta dawiya ya malê, berpirsyar in. Ev 6 sal in li Hewlêrê kargeheke dartiraşiyê vekiriye.

Şevket Kayikçi dibêje “Karkirin li Herêma Kurdistanê pir pir baş e. Xelkê vê derê qîmeta me dizanin. Me li vê derê hîç pirsgirêk û zoratiyê nedîtiye. Lê Veberhênerê Tirkiyê ditirsin. Dema ku tu dibêjî Kurdistan pir ditirsin, dibêjin li wê derê çej di destê wan de ye, xirab e. Lê Komeleya USIADê pêşiya me vedike.”

Lûtkeya ku îsal cara heftemîn e bi serokatiya Komeleya Pîşesaz û Karsazên Navneteweyî (USIAD) ve hat lidarxistin, ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzikî 40 kompanî beşdar dibin.

Serokê USIADê Nevaf Kiliç got “Ev lûtkeya me ya 7emîn de neqeba Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de tê lidarxistin. Em dixwazin gelek şîrketên me yên Tirkiyê li vir cih bigrin veberhênanê bikin û bi gelek şîrketên vê derê re jî şirîkatiyê bikin.

Qebareya bazirganiya Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re digihêje 20 milyar dolaran. Aliyan armanc dikin ku vê yekê salane bigihînin 25 milyar dolaran.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Mela Mecîd Sûrçî got “ Kompaniyên ji Tirkiyeyê di warê tenduristî, geştiyari, pîşesazî û gelek tiştên din de veberhênan dikin. Em bi karsazên xwe ra dixebitin ku li her du welatan zêdetir veberhênanê bikin.

Li gorî daneyên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 400 şîrketên biyanî hene ku hezar û 500 ji wan ji Tirkiyeyê ne.

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Mêrsînê (MTSO) Ayhan Kiziltan dibêje “Armanca me li vir ne tenê ew e ku em li vir tiştek bikin, Bi xebatkarên xwe yên li Mêrsînê li Tirkiyeyê, li Hewlêrê li Kurdistanê em bikaribin piştgiriyê bidin pêşketinê. Em dixwazin çandên xwe nêzî hev bikin û têkiliyên civakî yên baştir ava bikin. Armanca me ew e ku em vê herêmê bikin cihekî ku gelên herêmê baştir bijîn.

Lûtke bi piştgiriya Federasyona Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Peymandarên Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Veberhênerên Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Karsazên Iraqê Federasyona Herêma Kurdistanê, Parêzgariya Hewlêrê, Federasyona Odeyên Bazirganî yên Iraqê, Federasyona Odeyên Pîşesazî yên Iraqê, Federasyona Yekîtiya Peymandarên Iraqê, Navenda Yekîtiya Karsazên Iraqê, Encumena Aborî ya Iraqê, Encumena Karsaziya Iraq-Tirkiye tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst