Îraq û Tirkiyeyê li hev kir: Qebareya bazirganiyê zêde dikin

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Iraq Bazirganî Omer Bolat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îraq û Tirkiyeyê li hev kir ku qebareya bazirganî û weberhênanên di navbera her du welatan de zêde bikin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Barzirganiyê ya Îraqê ragihand ku Wezîrê Bazirganiyê yê wî welatî Atir el-Xerîrî û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li Bexdayê civiyan.

Hat diyarkirin ku Îraq û Tirkiyeyê li hev kir ku hecma bazirganî û weberhênanên di navbera her du welatan de zêde bikin û di vê çarçoveyê de astengiyên ku hene bên rakirin.

Komîsyon tên çalakkirin

Herwiha her du aliyan li hev kir ku komîsyonên hevbeş bên çalakkirin û peymanên ku îmze kirine bên cîbicîkirin.

Atir el-Xerîrî diyar kir ku fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo astengiyên li ber pêwendiyên aborî, weberhênan û bazirganiyê yên her du dewletan bên rakirin heye û got:

“Ji bo qebareya bazirganiyê û weberhênanên di navbera Tirkiye û Îraqê de zêde bibe divê şert û merc bên sazkirin.”

“Divê kompanyayên Tirkiyeyê li Îraqê zêdetir cih bigirin”

Atir el-Xerîrî destnîşan kir ku divê kompanyayên Tirkiyeyê li Îraqê di warê pîşesazî, avahîsazî, xizmet û qadên din de cih bigirin û wiha got:

"Li Îraqê gorî kompanyayên dewletên din herî zêde şirketên Tirkiyeyê hene. Ji bo hêsanî çêbe û astengî rabin em ê pir bixebitin."

Li gorî daxuyaniyê, Omer Bolat ragihand ku ew dixwazin têkiliyên di navbera Tirkiye û Îraqê de pêş ve biçin û xurttir bibin bi taybetî jî peywendiyên bazirganiyê.

Bolat: Em razî ne

Bolat jî li ser hesabê xwe yê Xê got:

"Di civîna ku nûnerên me yên karsaz jî hebûn de me razîbûna xwe ya ji pêşketina bazirganiya di navbera Tirkiye û Îraqê de parve kir. Li Îraqê di qada bazirganî, weberhênan û avahîsaziyê de jî welatê pêşeng em in û em ji vê jî razî ne.

Ji bo ku em bazirganiya di navbera xwe de zêdetir bikin, pirsgirêkên ku kompanyayên me lê rast tên çareser bikin û bi sektora taybet re zêdetir têkildar bin, me li hev kir."

Bolat destnîşan kir ku ji bo têkilî û bazirganiya di navbera her du welatan de zêdetir bibe dê ji her du aliyan jî serdan zêdetir bibin.

Bolat duh li Bexdayê bi Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Planê yê Îraqê Mihemed Temîm re hevdîtin kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst