Çekên bêberamber ji sedî 18 zêde bûne

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Bankan a Tirkiyeyê (TBB) Çek Deyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, sala 2023yan hejmara çekên bêberamber ji sedî 18,7 zêde bû û gihişte 146 hezar û 770 çekî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û hejmara deyndaran zêde dibe.

Tevî qeyrana aborî pirsgirêkên bazirganiyê jî zêde bûne. Yekîtiya Bankan a Tirkiyeyê (TBB) amarên çekên bêberamber ên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran sala 2023yan 16 milyon û 954 hezar û 515 çek hatine nivîsandin û pêşkêşî bankan hatine kirin.

Reqema çekên hatine nivîsandin li gorî sala 2022yan ji sedî 72,8 zêde bûye û gihiştiye 4 trilyon û 567 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 132 milyar dolarên Amerîkî.

Sala 2023yan hejmara çekên bêberamber ku pereyên wan nehatine dayîn ji sedî 18,7 zêde bûye û gihiştiye 146 hezar û 770 çekî.

Sala 2023yan reqema çekên bêberamber gihişte 57 milyar lîreyan ku dike nêzîkî milyarek û 887 milyon dolaran.

Sala 2023yan 16 hezar û 78 kesan nikaribûn deynê xwe yê çekan bidin.

Herî zêde li parêzgeha Stenbolê çek nehatine dayîn û sala 2023an ji sedî 26,6ê çekên bêberamber li Stenbolê, ji sedî 8,3 li Enqereyê û ji sedî 6,6 li Îzmîrê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst