Li bazarê bêîstqrarî heye: Xelk êdî nikare zêr bikire

20-07-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Dezgehê Zêringeriyê \ Wêne: Rûdaw
Dezgehê Zêringeriyê \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Bihayê Zêr Krîza Aborî Enqere Ehmed Ermîş Mehmet Aydinlar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê di van rojên dawî de bihayê zêrî car radibe û car dadikeve û bîstîqrariya zêr bandoreke mezin li bazarê kiriye.

Li gorî analîstan sedem mijara faîzan e û xelk dixwaze pereyên xwe bixe bankeyan û zêrê xwe difiroşin.

Ew jî dibe sedem ku bihayê zêr car rabe û carnan bikeve.

Di nava 3 rojên borî de onsê zêr ji 2 hezar û 435 dolaran bû 2 hezar û 610 dolar û careke din daket 2 hezar û 540 dolaran.

Hinek hemwelatiyan ji ber bihayên zêde nikarin zarokên xwe bizewicînin.

Safet Baran zêrînger e û ew vê guherînê wiha şîrove dike:

”Rabûn û ketina bihayan pêwendî bi mijara faîzê heye, hin kes hene dibêjin, 'belkî faîz zêde' bibe û zêrê xwe difiroşin û dikin faiz. Ev jî bandorê li me dike”

“Xelk ji ber faîzê zêr dikire û difiroş e”

Divê were gotin di nava rojê de bihayê zêrî zêde dibe û yan jî nişkivê ve dikeve.

Yek onsa zêrî di nav 3 rojan de 2 hezar û 435 dolaran bilind bû gihişt 2 hezar û 610 dolaran û careke din daket 2 hezar û 420 dolaran.

Ev tevlihevî û ne zelalî bandorê li zêringiran dike.

Mehmet Aydinlar jî zêrînger e û ew jî li ser guherîna bihayê zêr wiha axivî:

“Ev rewş tu bixwaze û nexwaze bandorê dike, di bazara navxweyî de car heye zêr kêm dibe. 

Kesên ji bo qazanca xwe zêr dikirin niha berê xwe daye faîzan ji ber ku faîz zêdetir qazanc dike.“

Li aliyê din xelk hîn jî nikare bi hêsanî zêr bikire. 

Ehmed Kurdekî Enqereyê ye û dixwaze kurê xwe bizewicine lê xercên zêrî digihê 60 hezar lîreyan û dahata wî jî tenê 17 hezar lîre ne.

“Em nema dikarin zarokên xwe bizewicînin”

Ehmed Ermîş da zanîn ku ji ber zêdebûna bihayê zêr ew nikare zarokên xwe bizewicîne û wiha got:

“Em heta 30 salîyê nikarin zarokên xwe bizewicînin. 

Bazinan dixwazin, gerdebenda dixwazin, guhar û gustîlan dixwazin hêza me qaweta me jî têra kirînê nake.”

Li nava bazarên Enqereyê zêrê çeyrek derdora 4 hezar 200 lîreyan tê firotin, misqala zêrî jî roja 18ê mehê  2610 lîre bû û roja 19ê mehê heta 2540 lîreyan daket û roja înê careke din bû 2560 lîre.

Hemwelatiya bi navê Safiye Kayayê ji zêdebûna bihayê zêr gazinan dike û wiha dibêje:

“Ka em dê çawa zêr bikirin. Êdî wekî berê kes nikare zêrekî bikire. Em nikarin çeyrekekî bikirin. Xanenişîn 12 hezar û 500 lîreyan distîne dê çawa zêran bikire.”

Hemwelatiyê bi navê Murteza Zerda jî gelek bi gazin e û li gorî wî bihayê zêr gelekî zêde bûye. 

Berê wan dikarî zêr bikirin lê niha xelk nikare zarokên xwe bizewicîne.

Li gorî analîstan sedema tevlîheviya bazara zêr a li Tirkiyeyê geşedanên bazarên navneteweyî ye heta demeke din jî dê bêistiqrarî di nav bazara zêr de berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst