Bilindbûna nirxê sotemeniyê li Tirkiyê xelk bêzar kiriye

20-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Bihakirina sotemeniyê herî zêde bandor li sektora veguhastinê kiriye
Bihakirina sotemeniyê herî zêde bandor li sektora veguhastinê kiriye
Nîşan Nirxê Sotemî Tirkiye Veguhestin
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Zêdebûna bihayê sotemeniyê li Tirkiyê hêj rojeveke sereke ye. Ew yek bandorê li gelek sektoran dike, ji pîşesaziyê heta bi çandiniyê û veguhestina berheman. Veguhestina giştî ya ku bi rêya otobus û mînîbus û dolmîşan tê kirin jî ketine rêza kesên ne razî û dibêjin ew jî dixwazin nirxê çûnûhatina xelkê zêde bikin, ji ber ku sotemenî buha bûye û ew bi nirxê berê tu qezencê nakin.

Bi awayekî giştî, ji şofêrên teksîyan bigre heta bi otobus û şofêrên taybet, her kes ji zêdekirina bihayê sotemeniyê dilgiran e.

Li garaja minîbûsên nav bajêr a Enqerê jî zêdekirina bihayê sotemeniyê bûye sedem ku nerazîbûna şofêran zêde bibe. Berpirsê garajê Bişar Yaşar dibêje êdî em nikarin nanekê bibin mala xwe.

Berpirsê Garajê li Enqerê Bişar Yaşar got: “Şofêrên minîbûsan çi bikin, li şûna hêsran xwîn ji çavên wan dibarin, ez bi xwe di nav vî karî de me, ez dizanim roj heye ku hinek şofêr 100 herî zêde 150 lîre distînin,  Xwedê alîkariya me bike, Xwedê dawîya me bi xêr bike.”

Şofer Bayram Karakya yê 28 sal e karê minîbûsê û veguhastinê dike bi gotina wî rojane tenê 300 heta 400 lîre ji wan re dimîne û ew jî tenê têra xerca mazotê jî nake.

Şofêr Bayram Karakaya dibêje: “Xwedê ya bi xêr bike, lê em roj bi roj dihelin. Gellek hevalên me deyndar in, ketine ber hacîzê, kes ji bo xweşiya xwe vî karî nake, ya rastî rewşa me gellek xirab e. Dewlet jî mafdar e lê ez her dem dibêjin ya bi xêr.”

Bandora xirab a  bilindbûna bihayê sotemenî tenê bandorê li şofêran nake ji ber ku ji bo hemwelatiyan jî xercên hatû çûnê û herweha li marketan jî di serî de berhemên kiştûkalî bihayê her tiştî zêde dibe.

Karker Gîzem Altunkaynak jî got: “Ma ez çi bifikirim xercê minûbisê bûye 15 lîre ez ji Mamakê têm ez bi teksîyê têm ji Mamakê heta Bîlkentê ez bi 200 lîreyan dihatim niha bûye 350. Ez nizanim ez mehaneya xwe hemî bidim rê ez çi bikim, ji xwe bas û mînîbû tijî dibin ez gellek caran nikarim siwar bibim.”

Xanenişîn Saffet Erdem jî dibêje: “Dema bihayê benzînê zêde dibe bihayê her tiştî zêde dibe, aha yek kîlo mûz bi 54 lîreyan ew jî nevîyê min nesax e min ji bo wî kirîye yanî nizanim willah em êdî fedî dikin. Şerm e, îneşllah baş bibe.”

Li gorî Komisyona Aborî ya CHPê li Tirkiyê bihayê benzînê di nava salekê de 75 ji sedî bihayê mazotê 48 ji sedî her wiha ji helbijartinên meha gulanê heta niha bihayê benzînê 66 ji sedî bihayê mazotê jî 65 ji sedî bilnd bûye  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst