200 şirketan kargehên xwe ji Tirkiyeyê veguhastine Misirê

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kompanya Veguhestin Misir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê 200 şirketên cil û bergan ji ber xerciyên zêde kargehên xwe veguhastine Misirê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza aborî her roj kûrtir dibe û hejmara kompanyayên ku tên girtin zêde dibe.

Her wiha van salên dawî bi hezaran kompanyayan ji ber xerciyên zêde kargehên xwe veguhastine welatên wekî Misir, Bangladeş û Çînê.

Serokê Meclisa Hinardekarên Tirkiyeyê Mustafa Gultepe ragihand ku hinardeya Tirkiyeyê ya cil û bergan a sala 2022yan 10,35 milyar dolar bû lê sala 2024ê bûye 9,49 milyar dolar.

Li gorî amarên Konseya Kar a Misir-Tirkiyeyê kompanyayên Tirkiyeyê li Misirê 200 kargeh vekirine.

Serokê Meclisa Sektora Cil û bergan a Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê Şeref Fayat da zanîn ku sala 2022an hejmara kesên di sektora cil û bergan de dixebitîn milyonek û 250 hezar kes bûye lê ev hejmar sala 2024ê daketiye 950 hezar kesî.

Şeref Fayat got, “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekem e hilberîna derve ya sektora cil û bergan a Tirkiyeyê gihiştiye 3 qatê hilberîna navxweyî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst