Dolar li beramber lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir

17-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî careke din daket û dolar rekoreke nû tomar kir.

Îro 17ê Temûza 2023an dolar li hember lîreyê Tirkî gihişte 26.25 lîreyan û rekoreke nû tomar kir.

Herwiha li bazara serbest jî yek dolarê Amerîkî bi 26.46 lîreyên Tirkî tê firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyê 22ê Hezîrana 2023an biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kiribû û piştî wê biryarê nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî daket.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê, piştî zêdetirî 2 salan ji biryara xwe ya kêmkirina rêjeya faîzê vegeriyabû û rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an zêde kiribû.

Tevî zêdekirina rêjeya faîzê, lîreyê Tirkî li hember diravên biyanî zêdetir nirxê xwe ji dest da.

Li aliyê din bihayê Euro li beramber lîreyê Tirkî îro gihişte 29.85 lîreyan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst