Dolar çû û hey çû, bi ser 36 lîreyan ket

10-02-2025
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daketina bihayê lireyê Tirkî ya li beramberî diravên biyanî berdewam dike û îro dolarekî Amerîkî 36 lîre derbas kirin.

Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 36,04 lîreyan û euro jî bi 37,18 lîreyên Tirkî tê firotin.

Roja înê dolarekî Amerîkî bi 35,96 û euro jî bi 37 lîreyan dihat firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê 23yê Kanûna Paşîn a 2025an rêjeya faîzê ji sedî 47,5an daxistibû ji sedî 45an û vê yekê jî bandor li ser bazara diravên biyanî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst