TUÎK: Li Tirkiyeyê firotina xaniyan ji sedî 17,8 kêm bûye

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Firotina Xaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiyeyê meha Kanûna Paşîn li gorç heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 17,8 kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên firotina avahiyan ên Kanûna Paşîna 2024an eşkere kirin.

Li gorî TUÎKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Kanûna Paşîn li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedê 17,8 kêm bûye û 80 hezar û 308 xanî hatine firotin.

Herwiha li gorî meha Kanûna Pêşîna 2023an jî firotina xaniyan ji 42 kêm bûye.

Herî zêde jî li parêzgehên Stenbol, Enqerê û Antalyayê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî li parêzgehên Erdexan, Colemerg û Bayburtê xanî hatine firotin.

Li Erdexanê di meha Kanûna Paşîn de tenê 17 û li Colemêrgê jî 38 xanî hatine firotin.

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna 555 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi kirîna 208 xaniyan duyemîn û welatiyên Ukraynayê bi kirîna 127 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.

Herwiha welatiyên ji Îraq û Kazakistanê jî 99 xanî kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst