Li Tirkiyeyê 37 meh in xorak bi berdewamî biha dibe

16-11-2023
Omer Sonmez
 Li Tirkiyeyê enflasyona xorakê ji enflasyona giştî bilindtir e
Li Tirkiyeyê enflasyona xorakê ji enflasyona giştî bilindtir e
Nîşan Tirkiye Xurek Bihabûn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev 37 meh in tiştên xwarin û vexwarinê bi berdewamî biha dibin.

Enflasyona xorakê 3 sal û nîv in ji enflasyona giştî bilindtir e.

Li gorî rapora Bankaya Cîhanî, di enflasyona rast a xorakê de Tirkiye di nav welatên cîhanê de di rêza 4an de cih digire.

Amarên TUIKê jî didin zanîn ku li Tirkiyeyê di meha Çiriya Pêşînê de enflasyona salane gihiştiye ji sedî 62yan lê enflasyona xorakê wekî ji sedî 72yan hatiye tomarkirin. 

Li Tirkiyeyê herî dawî di îlonê de ji sedî 30,27an bihayê hejmareke zêde ya berhem û kelûpelên sereke giran bûbû.

Tê çaverêkirin ku di sersalê de jî gelek tişt biha bibin.

Ersin Uzel 20 sal in li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê dikandariyê dike.

Ew jî wekî bi hezaran esnafên biçûk ji ber bihayên zêde yê xorakê û kelûpelên sereke di nav tengasiya aboriyê de ye.

Esnafên biçûk ji aliyekê ve bacê didin dewletê li aliyê din jî bi mesref û kirêya zêde ya dikanê re têdikoşin.

“Ji par ve 10 caran zem hatiye ser xorakê”

Esnaf Ersin Uzel ji Rûdawê re got:

“Xelk di danûstandinê de gelekî dikeve tengasiyê. Ji par ve belkî 10 caran zem hatiye ser (xorakê). Her daîm ew berhem zem dibin.

Par kiloya zeytûn 150 bû niha bûye 200. Me berê eşyayên xwe bi giştî bi 5 hezar lîreyan dikirî, niha 20 hezarî didim lê tiştek pê nayê. Penîr û zeytûn pir biha bûne.”

Kirîna xorakên sereke her ku diçe zehmettir dibe

Ji ber ku dahata karker û karmendan kêm e kirîna xorak û hewcedariyên sereke her ku diçe zehmettir dibe.

Welatiyê bi navê Huseyîn jî got, “Em nikarin tiştan bikirin. Kar tune ye. Tu çi dikirî pir biha ye.”

Esnafekî bi navê Cemal jî got, “Debar pir zor bûye. Em gelekî dikevin tengasiyê.”

Li gorî Koma Aborînasên Serbixwe ENAGê, enflasyona rastîn ji ya TUIKê du qat zêdetir e û ji sedî 126 e.

Enflasyona xorakên xam digihêje rêjeya ji sedî 91an û a sezbe û fêkiyan jî ji sedî 78 e.

Kîloya sebze û fêkiyan ji sedî 25-30an dest pê dike.

Xwediyê xwaringehê Cengiz Karaca jî diyar kir ku ji ber ku hêza kirîna welatiyan pir kêm bûye ew nikarin zêde xwarinên xwe biha bikin û got:

“Maliyeta çêkirina xwarinan jî pir bilind e. Bi berdewamî bihayê goşt û ard giran dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst