Tirkiyeyê, Îsraîl û Îraq ji lîsteya hinardeya herî zêde derxistin: ‘Derbeke mezin e’

14-01-2024
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye Îsraîl Îraq Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, Îsraîl û Îraq ji lîsteya ku dihat xwestin sala 2024an herî zêde hinarde bê kirin derxistin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya ji Rûdawê re ragihand ku ev biryar  derbeyeke mezin a li dijî bazirganiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got:

“Biryar bi çi sedemê hatibe wergirtin biryareke şaş e û hêvîdar im ji vê şaşiyê vegerin.”

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê “Lîsteya Hinardeyê ya Welatên Armanc” a sala 2024an amade kir û ji Desteya Giştî ya Pêwendiyên Derve ya Aborî, Bankaya Krediya Hinardeyê ya Tirkiyeyê û Yekîtiya Borse û Odeyan a Tirkiyeyê re şand.

Ew lîste her sal tê amadekirin û tê de ew welat tên diyarkirin ku Tirkiye armanc dike herî zêde berê hinardeya xwe bide wan.

Îsal 56 welat di wê lîsteyê de cih digirin û Tirkiye armanc dike ku herî zêde berê bazar û berhemên xwe bide wan.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê îsal Îraq, Îsraîl, Mozambîk, Komara Demokratîk a Kongoyê û Sûdan ji wê lîsteyê derxistin ku di lîsteya 2023yan de cîh digirtin û li şûna wan 9 welatên nû yên wekî Bangladeş, Bahreyn, Bosna Hersek, Cezayîr, Çekya, Portekîz, Tunus, Uman û Urdun li lîsteya 2024an zêde kirin ku ew welat ne di lîsteya sala borî de bûn.

Li gorî amaran di 20 salên desthilata AK Partiyê de asta bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi rêjeya ji sedî 532 zêde bûye.

Sala 2002yan hinardeya Tirkiyeyê ji bo Îsraîlê 861,4 milyon dolar bû lê wê reqemê sala 2022yan 6,74 milyar dolar derbas kiriye.

Hawirdeya Tirkiyeyê ji Îsraîlê sala 2002yan 544.5 milyon dolar bû lê ew hejmar jî sala 2022yan bûye 2.17 milyar dolar.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê opozîsyona Tirkiyeyê gelek rexne li desthilata AK Partiyê girtin ku asta bazirganiya Tirkiyeyê ligel Îsraîlê gelekî zêde ye û daxwaza ragirtian vê bazirganiyê dikin.

“Derbeke mezin e”

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya li ser bandorên biryara Wezareta Bazirganiya Tirkiyeyê ya li ser bazirganiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya bi Îraq û Başûrê Kurdistanê re ji Rûdawê re axivî.

Kaya biryara Wezareta Bazirganiya Tirkiyeyê wek derbeke mezin a li dijî bazirganiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi nav kir û got:

“Sînorên me bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hene. Gelek kompanyayên mezin ên Tirkiyeyê li Îraq û Herêma Kurdistanê kar dikin.

Derxistina wan ji lîsteya “Lîsteya Hinardeyê ya Welatên Armanc” bi çi sedemê be biryareke xelet e û dûr e ji mantiqê. Di demekê de ku Îraq di lîsteya welatên sereke yên hinardeya Tirkiyeyê de ye.”

Kaya ameje bi wê yekê da ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hinardeya Tirkiyeyê û bi taybetî ji bo hinardakirina berhemên Bakurê Kurdistanê bazarên sereke ne û got:

“Me gelek berhemên ku li herêmê dihatin berhemanîn hinarde dikirin. Biryar bi çi sedemê hatibe wergirtin biryareke şaş e û hêvîdar im ji vê şaşiyê vegerin.”

Serokê Odeya Bazirganiyê ragihand ew hewl didin bi pêwendî, pêşangeh û vekirina deriyên nû yên sînorî asta bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re zêde bikin û got:

“Di demekê de ku cara yekem sala 2022yan em gihiştin asta bazirganiya beriya sala 2015an ev biryar dê astengiyên mezin li hemberî bazirganiya her du aliyan çêbike.”

Mehmet Kaya di axaftina xwe de da zanîn ku ew welatên di “Lîsteya Hinardeyê ya Welatên Armanc” de cih digirin ji pêşangehan heta krediyan û çend warên din ên aborî, gelek piştgiriyan ji dewletê werdigirin lê bi vê biryara nû dê êdî nikaribin wan piştgiriyan wergirin û got, “Em hêvî dikin ev biryara şaş bê hilweşandin.”

Mehmet Kaya herî dawî ragihand ku ew dê berbarê mijarê de bi rêya Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê pêwendiyê bi Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê re dayînin û fikarên xwe yên li ser mijarê bi wan re parve bikin da ku ji vê pênagava xwe paşde gav biavêjin.

Li gorî amarên Encûmena Hinardekarên Tirkiyeyê (TÎM), di 10 mehên destpêkê yên sala 2023yan Tirkiyeyê di nav welatên Kendavê û Rojhilata Navîn de bi bihayê 7 milyar û 772 milyon dolaran herî zêde kelûpel hinardeyî Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst