Mûçeya bingehîn li Tirkiyê bandor li jiyana çend milyon kesan dike?

11-12-2019
Şehyan Tehsîn
Şehyan Tehsîn
-
-
Nîşan Tirkiye Mûçeya bingehîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûemta Tirkiyê û sendîkaya Karkerên wî welatî, bo diyarkirina mûçeya bingehîn ê sala 2020, negihiştin rêkevtinê. Di vê grafîkê de hevkara me Şehyan Tehsîn, li ser mûçeya bingehîn li Tirkiyê û awayê diyarkirina wê, zanyariyên zêdetir dide

Li Tirkiyê her sal mûçeya bingehîn tê guhertin.  Ji bo sala 2019 mûçeya bingehîn 2,558 Lîre hatibû diyarkirin, lê ji bo sala 2020an, sendîkaya Turk Îş  daxwaza 2.578 lîreyan û sendîkaya DISK  jî pêşniyara 3.200 lîreyan dike.

Komîteya diyarkirina Mûçeya Bingehîn li Tirkiyê ji 15 kesan pêk tê, ku 5 ji wan nûnerên karkeran , 5 kes nûnerên xwedîkaran ango karsazan û 5 kes jî nûnerên hikûmetê ne û biryarê li ser asta mûçeya bingehîn li wî welatî didin.

Serokê Giştî yê Turk Îşê Ahmet Atalay da xuyakirin, ku ji bo amadekirina mûçeya bingehîn a ji bo sala 2020an li gel her yek ji sendîkayên ( HAK-ÎŞ û DISK)ê kar kirine û dê encama civînê bo wan jî şîrove bikin. 

Atalay diyar kir, ku ew qebûl nakin mûçe ji 2,578 lîreyan kêmtir be. DISK ku Konfedrasyona Kedkarên Şoreşgêr e, daxwaz dike, mûçeyê bingehîn di sala bê de 3,200 lîre be lê belê HAK-Îş ango Sendîkaya Kedkarên Heq dibêje, ew alîkar dibin ku bigihêjin çareseriyeke baş. 

Mûçeya bingehên li Tirkiyê bandora rasterast li ser jiyana 6.5 milyon kesan heye û bi awayeke nerasterast jî bandorê li jiyana 10 milyon kesan dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst