Mêrdîn - Berhevkirina zeytûnan li erdên derdora Dêra Zehferanê dest pê kir

08-11-2022
Berhevkirina zeytûnan li zeviyên derdora Dêra Zehferanê li Mêrdînê dest pê kiriye. Wêne: AA
Berhevkirina zeytûnan li zeviyên derdora Dêra Zehferanê li Mêrdînê dest pê kiriye. Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Bakurê Kurdistanê Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li derdora Dêra Zehferanê li Mêrdînê ku bi dûriya 3 kîlometran dikeve rojhilatê Mêrdînê, gelek darên zeytûnan hene. Ew baxên zeytûnan milkê wê dêra kevnar in û temenê wan jî vedigere beriya sedsalan. Li derdora dêrê, li ser rûberê 300 donim erd zeytûn hatine çandin, 300 donim jî behîv û fêkiyên din hene.

Li gorî endezyarekî çandiniyê, ji sedsala 5an ve li derdora Dêra Zehferanê darên zeytûnan hene û gelekî bi başî têne parastin. Zeytûnên ku li wir têne berhevkirin, beşek ji bo xwarinê û beşek jî dibe zeyt û li ser dêrên navçeyê tên belavkirin û di merasimên olî de tê bikaranîn.

Endazyarê Çandiniyê, Îshak Bayyigit dibêje, “Em dikarin bêjin ji sedsala 5ê ve li derdûra vê Dêrê darên zeytûnan hene. Bitaybet ev 10 salin bi awayek pirofesyoneltir ev dar tên parastin û xwedîkirin. Roja îro li ser rûberê 300 dunim erd darên zeytûna li derdûra vê Dêrê hene.”

Li ser rûbera 750 donimî li derdora Dêra Zehferan dar hatine çandin. 300 donimên wê darên zeytûnan in, 300 donim behîv û yê din jî hinar û mêw in.

Zeytûnên vir beşek ji bo xwarinê û beşek jî bo zeytê tê bikaranîn. Ew vê zeytê jî li ser dêrên navçeyê belav dikin ku di merasimên olî de tê bikaranîn.

Fatma Sakî yek ji karkeran diyar kir, “Em sibehan demjimêr 07:00 dest bi kar dikin. Em zeytûnan kom dikin. Hem ji bo xwarinê û hem jî bo zeytê ye.”

Di berhema zeytûnan de salekê berhema xwe baş e û salekê kêm e.

Li baxekê, îsal wiha dixuye ku berhem kêm bibiin, par wan daran 100 ton zeytûn berhem dabûn û îsal ew hêvî dikin 70 ton zeytûn berhem bide.

Li gorî agahiyên ji aliyê Serokê Encûmena Zeyt û Zeytûnan a Tirkiyeyê ve hatiye belavkirin, salane 2.94 milyon ton zeytûn li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berhem tê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst