Zeyta zeytûnên Dêrika Çiyayê Maziyê xwediyê madalyaya zêrîn e

04-12-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Zeyt Zeytûn Dêrika Çiyayî Maziyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdsitanê demsala berhevkirina zeytûnan destpê kir.

Zeytûnên xalxalî yên ku li ser navê vê navçeyê hatine tomarkirin bi nav û deng in û zeyta wê li cîhanê xwediyê xelata zêrîn e.

Ji sê kilogram û nîv zeytûn kîlogramek zeyt berhem tê.

Serokê Yekîtiya Berhemhênerên Zeytûnan a Mêrdînê Erkan Dogan got:

“Em li bendê ne ku berhema îsal bigihe 2 hezar tonî. Niha cotkaran dest bi berhevkirina zeytûnan kiriye. Zeytûnên me ji sê beşan, ên baş, ên navincî û yên hûr pêk tên.

Zeytûnên herî zêde daxwaz li ser heye jî zeytûnên Xalxalî ne ku zeyta wê li ser navê vî bajarî hatiye tomarkirin.”

Cotkar dikevin dorê

Li vê kargeha guvaştina zeytûnan rojane 20 ton zeytûn tên guvaştin û dibin zeyt.

Di nav 24 demjimêran de bi awayekî dorveger operatorek û sê karker dixebitin.

Ji bo cotkar bikaribin zeytûnên xwe bikin zeyt dikevin dorê.

Operatorê Kargeha Zeytê Beytulah Aydin jî anî ziman:

“Karê me zêde ye, em bi şev û roj dixebitin. Rojane em nêzîkî 20 ton zeytûn dikin zeyt. Zeyta me organîk e û em tiştekî nexwezayî tevlî nakin.”

Cotkaran 15 Çiriya Paşînê dest bi berhevkirina zeytûnan kirine û ji berhemê îsal razî ne.

“Asîta wê gelekî kêm e”

Cotkar Mustafa Ersu got:

“Zeytûnên Xalxalî rêjeya asîta wê gelekî kêm e lewma li Brîtanya û Japonya bûye yekemîn. Rêjeya asîta zeyta zaytûnên me ji sedî 1-2 derdikeve.

Lewra zeyta Dêrikê niha li cîhanê wek markayekê tê naskirin.”

Zeyta zeytûnên Dêrika Çiyayî Maziyê berî çar salan li Brîtanyayê di pêşbaziya Zeyta Zeytûnan a Navneteweyî ya Londonê de madalyaya zêrîn bi dest xist.

Herwiha berî 3 salan li Japonyayê di Pêşbaziya Navneteweyî ya Prize de bû dûyemîn.

Ev zeyt ji çendîn bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re tê şandin û hinardeyî derveyî welêt jî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst