Mêrdîn: Peykersazekî ji berhemên bikarhatî yên hesin peykerekî Şahmaran ê 250 kîloyî çêkir

11-07-2023
RÛDAW
Hunermendekî ji Mêrdînê peykerê Şahmaran ji parçeyên bikarhatî yên hesin çêkir.Wêne: AA
Hunermendekî ji Mêrdînê peykerê Şahmaran ji parçeyên bikarhatî yên hesin çêkir.Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Bakurê Kurdistanê Şahmaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê peykersazekî ji berhemên hesin ên bikarhatî peykerekî 250 kîlogram ê Şahmaran çêkir.

Nurettîn Çakmak wênesaz û peykersazekî parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, wek destpêşxeriyekê hunera xwe xistiye xizmeta xwezayê.

Wî welatiyê Bakurê Kurdistanê, jêrzemîna mala xwe kiriye atolyeyeke hunerî û ji berhemên hesin ên bikarhatî peykerên cûda çêdike.

Niha jî peykerê Şahmaran çêkiriye ku semboleke metolojîk a Mêrdînê ye.

Nurettîn Çakmak li ser karê xwe yê hunerî dibêje:  “Ez bi giştî berhemên xurde û bikarhatî bikar tînim. Ez bi vî karî jî hewl didim derbarê pîskirina jîngehê û dûbarebikaranîna berheman de peyamekê bidim mirovan. Ez dixwazim bi peykerê Şahmaran peyameke xwezayê bidim. Divê em xwezaya xwe paqij bihêlin. Ma mirov dikarin cihê ku lê bijîn pîs bikin. Divê di vî warî de zêdetir baldar bin. Ev bo min gelekî girîng e û ji bo ez vê peyamê bighînim mirovan min gelekî hewl da."

Giraniya vî peykerî 250 kîlogram e û ji 700 kevçî û berhemên cûda yên hesin hatiye çêkirin.

Ligel hevjîna xwe, 3 meh bo çêkirina wî peykerî veqatandine.

Nurettîn bavê 2 zarokan e û hevjîna wî dibêje, ji ber karê bavê wan niha hizra dûbare bikaranîna kelûpelan di nav zarokên wan de jî çêbûye.

Hevjîna Peykersazê Mêrdînê, Agrîn Çakmak dibêje: “Xweza jî peyamek girîng dide me. Berhemên bikarhatî neavêjin. Ji wan tiştên ciwan derdikevin. Kurê min jî dema ji mal derdikeve li tiştên bikarhatî digere. Dema tê malê ez dibêjim Aram te çima ev zibil komkirine dibêje dayê ez dê ji wan tiştên xweşik çêbikim. Ev peyameke baş e bi rastî.”

Nurettîn Çakmak berhemên ku çêdike bo muzexenayan dibexşîne.

Wî hunermendê ji Mêrdînê heta niha 22 peykerên bi vî awayî çêkirine. Berhema xwe ya dawî wate Peykerê Şahmaran jî pêşkêşî Muzexanaya Berhemên Bikarhatî ya Midyadê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst