Li Enqereyê berî cejnê bazar vala ne

08-04-2024
RÛDAW
Li Enqereyê berî cejnê bazar vala ne
Li Enqereyê berî cejnê bazar vala ne
Nîşan Cejna Remezanê Enqere Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazarên bajarê Enqereyê ji Cejna Remezanê re amade ne û temamê pêwîstiyan bi ciwanî û rêkûpêkî hatine danîn.

Lê ji ber bihabûnê, li bazaran tevgera salên berê nema ye û dikandar jî bê hêvî ne.

Li Tirkiyê rojeva xelkê ne encamên hilbijartinê û ne jî cejn e, rojeva xelkê debara jiyanê ye.

Cejin hatiye û xelk nikare cilûbergên zarokan, şekir û şîrîniyê bikirin.

Welatiyekî ku ji Amedê ji bo kar çûye Enqereyê diyar kir ku ew nikare ji zarokên xwe re goşt jî bikire.

“Ez nikarim ji zarokên xwe re goşt bikirim”

Welatî Cengîz Çelîk got:

“Mixabin em nikarin cejnê pîroz bikin. Ez ji bo zarokên xwe hatime û di avahiyan de dixebitim.

Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Ez niha nikarim ji zarokên xwe re goşt bikirim.

Kîloyek goşt bûye 600 lîre û mirîşk bûye 170 lîre.”

Li Tirkiyeyê tevî hemû hewldanên hikûmetê enflasyon danakeve û hêza kirînê ya welatiyan nemaye û bazar vala ne.

“Hêza kirînê ya welatiyan nîne”

Welatî Yunus Ercan jî got:

“Hêza kirînê ya welatiyan nîne, binêre li bazarê di destê kesekî de tûrik nîne. Dê bi çi bikirin.

Cejn hatiye û xerciyên cilûbergan ên malbateke 4 kesî 10 hezar lîre ye. Kesekî bi mûçeyê kêmane dixebite dê çawa bikaribe bikire.”

Welatî dibêjin ji ber bihabûnê dahata wan têre tiştekî nake.

“Hêza me tenê têre kirîna 2 goreyan kir”

Welatiyeke din jî got:

“Em nikarin tiştekî bikirin. Zarok hene, xwendekarên me hene, têrê nake.

Em ji bo cejnê hatin lê hêza me tenê têre kirîna 2 goreyan kir. Me ev kirîn, gelekî biha ye.”

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) enflasyona meha Adara 2024an ji sedî 3,16 ye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 68,50an.

Lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona meha Adarê ji sedî 5,68 e û ya salane gihiştiye ji sedî 124,63an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst