Amedê sala borî kelûpel herî zêde firotine Îraq û Herêma Kurdistanê

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Hinardekirin Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê sala borî bi qasî 113 milyon dolaran herî zêde kelûpel hinardeyî Îraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Sala 2023yan li gorî sala 2022yan hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi qasî 7 milyon dolar kêm bûye.

Amarên hinardeya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê yên sala 2023yan hatin ragihandin.

Li gorî amarên Encûmena Hinardekarên Tirkiyeyê ku roja înê belav kirine, Amedê sala borî bi bihayê 113 milyon dolaran herî zêde kelûpel hinardeyî Îraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Li gorî wan amaran Amedê 2023yan bi giştî bi bihayê 231 milyon dolaran kelûpel hinardeyî welatan kirine.

Ji sedî 48,5ê wê hinardeyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bûye. Piştî wan Çîn di rêza duyem û Rûsya jî di rêza sêyem de ye.

Amedê ji bo Çîn û Rûsyayê bi giştî bi bihayê 37 milyon dolaran kelûpel hinarde kirine.

2023yan daketiye 21 milyon dolaran

Sala 2022an hinardeya Amedê ya ji bo Çînê bi bihayê 25 milyon dolaran bû lê ew 2023yan daketiye 21 milyon dolaran.

Hinardeya Amedê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê jî di heman serdemê de kêm bûye.

Sala 2022an hinardeya Amedê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê 120 milyon dolarên Amerîkî bû lê 2023yan bi qasî 7 milyon dolaran kêm bûye.

Li gorî amaran Amedê 2023yan bi bihayê 39 milyon dolaran herî zêde pola hinarde kiriye.

Piştî polayê bi bihayê 35 milyon dolaran madeyên kîmyewî di rêza duyem de ne. Berhemên kanzayan jî di rêza sêyem de cîh digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst