DÎSK: TUÎK amarên şaş parve dike

05-02-2024
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Tirkiye Enflasyom TUÎK ENAG DÎSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – TUÎKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna Paşînê, bi rêjeya ji sedî 6,70 zêde bûye û ENAGê jî diyar kir ku ji sedî 9,38 bilind bûye.

Tevî hemû hewlên rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê enflasyon li ser hev bilind dibe û jiyan roj bi roj zehmettir dibe.

“Sedem bandorên demkî ne”

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek têkildarî enflasyonê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Şîmşek diyar kir ku enflasyonê ji ber bandorên demkî bilind bûye û got:

Di meha Kanûna Paşîn de, ji ber bandorên demkî enflasyona mehane zêde bû û gihiştiye ji sedî 6,7an. Enflasyona salane jî gihişte ji sedî 64,9an.

Em çaverê nakin ku ev bandorên meha Kanûna Paşîn yên bi giranî di enflasyonê de xuya bûn, bandorê li meyla sereke ya enflasyonê bikin.

Li gorî pêşbîniyên me dê enflasyon ji meha Sibatê û pê de bi awayekî berbiçav dakeve û li gorî texmînên me bigunce.”

“TUÎK amarên şaş parve dike”

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî dibêje TUIK amarên xelet parve dike û dibe sedema hejarbûna xelkê.

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger Arzu Çerkezogluyê di daxuyaniya xwe de got:

“TUÎK bi salan e rêjeya enflasyonê kêm dipîve û dibe sedema hejarbûna bi milyonan kesan.

Di heman demê de ji Hezîrana 2022yan ve TUÎKê, zembîla 400 kelûpelên di diyarkirina enflasyonê de tên hesabkirin eşkere nake.

TUÎK zembîla kelûpelan eşkere nake û bi vî awayî diyar nake ku enflasyonê çawa hesab dike.

Di vê pêvajoyê de ku ferqa enflasyona em rûbirû dibin û ya ku TUÎK eşkere dike zêde dibe baweriya bi amarên TUÎKê kêmtir dibe.”

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) 5ê Sibatê rêjeya enflasyonê ya meha Kanûna Paşîn û ya salane eşkere kirin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna Paşînê, bi rêjeya ji sedî 6,70 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 64,86an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî da zanîn ku rêjeya enflasyona meha Kanûna Paşînê ji sedî 9,38 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 129,11an.

Di meha Kanûna Paşîn de li gorî TUÎKê herî zêde ji sedî 17 bihayê sektora tendirustiyê û li gor ENAGê jî herî zêde ji sedî 16 bihayê cilûberg û ji sedî 13 bihayê xorakê bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst