UNESCOyê li ser Baxçeyên Hevselê û Sûrên Amedê biryarek da

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan UNESCO Baxçeyên Hevselê Sûrên Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - UNESCOyê biryar da ku avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê û Baxçeyên Hevselê li "Lîsteya Mîrata Cîhanî ya di Metirsiyê de" bên tomarkirin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li ser sûrên Amedê û Baxçeyê Hevselê biyarek da.

Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê yên li ber sûran 2015an ji aliyê UNESCOyê ve ji bo Lîsteya Mîrata Cîhanî hatibûn qebûlkirin.

UNESCOyê piştî şerê xendekan û wêranbûna li herêmê derbarê Sûrên Amedê, avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê û Baxçeyên Hevselê de biryareke nû da.

UNESCOyê piştî serdanên herêmê biryar da, ji ber wêranbûna li herêmê divê Sûrên Amedê, avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê û Baxçeyên Hevselê ji bo Lîsteya Mîrata Cîhanî ya di Metirsiyê de bêne qebûlkirin.

Biryar dê roja 9ê Îlonê di civîna Navenda Mîratên Çandî ya li Riyada paytexta Siûdiyê bê erêkirin.

"Piştî ewqas herifîn û ewqas wêranî dê ev bibûya"

Rêvebera berê ya Muzexaneya Amedê Nevîn Soyukaya derbarê biryarê de li ser medya civakî nivîsiye:

“Xemgîn im! Piştî ewqas herifîn û ewqas wêranî dê ev bibûya.

Nav Sûrê bi plan û bi awayekî sîstematîk hat tinekirin.

UNESCOyê biryar da Kela Diyarbekirê û Qada Peysaja Çandî ya Baxçeyên Hevselê ji bo Lîsteya Mîrata Cîhanî ya di Metirsiyê de bên qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst