Hewlêr (Rûdaw) – Koçberekî Kurd li bajarê Dortmond ê Almanyayê ji aliyê kesekî ve bi derbên kêrê hat kuştin.
Li gor agahiyan, koçberê Kurd ê bi navê Rêbwar Kerîm Xesrew ê 37 salî ku niştecihê bajarê Dortmond ê Almanyayê bûye, êvara roja 28ê Tebaxa 2020 di dema vegera bo malê de, li nêzîk mala xwe ji aliyê kesekî ve ku rûyê xwe bi mask nixumandî bûye, bi derbên kêran hatiye kuştin.
Birayê wî koçberê Kurd, Ebdullah Kerîm derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “birayê me êvara 28ê Tebaxê bo kirîna hinek tişt û kelûpelan çûbû markêtekê, lê di dema vegera bo mal de, ji aliyê kesekî rû nixumandî ve bi kêrê hatiye kuştin.”
Polîsê Almanya derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye. Birayê Rêbwar dibêje: “Polîs soz daye me roja Duşemê derbarê bûyerê de zanyariyan bide me.”
Rêbwar Kerîm li qezaya Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 2006ê Kurdistan bi cih hiştiye û çûye derveyî welatî. Bi gotina Ebdullahê birayê wî, Rêbwar destpêkê çûye Îtalya, paşê çûye çend welatên din ên ewropî û herî dawî û berî ku bihê kuştin, li bajarê Dortmond ê Almanya bicih bûbû.
Birayê Rêbwar herwiha dibêje, Rêbwar demekê li markêtekê kar dikir û demekê jî şofêrê barhilgirekê bûye.
Rêbwar zewicî bû, lê ji hevjîna xwe cuda bûbû û kurekî wan ê 4 salî heye.
Birayê Rêbwar, Ebdullah dibêje, wan biryar daye termê Rêbwar vegerînin Kurdistanê, lewma daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo veguhastina term alîkariya wan bike.
Sîrwan, birayekî din ê Rêbwar jî ji Rûdawê re got, birayê wan ti kêşeyek li gel ti kesê nebûye û ji wan re tiştek negotibû. Sîrwan dibêje, “pêştir tenê ew ji me re gotibû ku ji hevjîna xwe cuda bûye û hinek xirecir di navbera wan de çê bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse