Amerîkayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî da

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Vedant Patel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, ew aliyên Kurdistanê teşwîq dikin ku roja hilbijartinan diyar bikin.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vadant Patel di konferanseke rojnemegeriyê de bersiv da pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Vedant Patel li ser egera bipaşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku Washington agahdarî wê yekê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi aliyên siyasî re li ser pêvajoyê diyalogê dike.

Vedant Patel amaje bi hilbijartineke dadmend jî kir û wiha got:

“Ne erkê me ye ku em biryarê li ser bipaşxistina hilbijartinên 10ê Hezîranê bidin.

Em bangî aliyan dikin ku roja hilbijartinan diyar bikin û di çarçoveyeka azad, dadmend û cihê baweriyê de hilbijartinê li dar bixin.

Serok (Nêçîrvan Barzanî ) û aliyên din li ser pêngavên xwe yên bê gotûbêjan dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şemiyê çûbû Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û gelek berpirs û aliyên din ên Îraqî re civiyabû.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Rûdawê re eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî ji Sûdanî re gotiye divê hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê li gorî yasayan û bi awayekî yeksan beşdarî hilbijartinan bibin.

Mihemed Şiya Sûdanî jî îro bi Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Umer Ehmed re civiya bû û jê re eşkere kiribû ku girîng e hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin.

10ê Hezîranê wekî roja roja hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihandiye ku dê bi vî awayî beşdarî hilbijartinên 10ê Hezîranê nebe.

Dadgeha Federal a Îraqê biryar da ku kursiyên pêkhateyên Ermenî, Sûryanî û Tirkmenan ên li Parlamentoya Kurdistanê betal bike.

Li ser wê biryarê nûnerên partiyên Sûryanî, Ermenî û Tirkmenan jî biryara boykotkirina Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê stand.

Dadgeha Federal a Îraqê herwiha biryar dabû Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi rê ve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst