Diyar Kurde li Amerîkayê wekî yek ji baştirîn nûçegihanên biyanî hat hilbijartin

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Diyar Kurde AFPC-USA Xelat
A+ A-

Tora Medyayî ya Rûdawê bi şanazî radigihîne ku Komeleya Nûçegihanên Çapemeniya Biyanî yên li Amerîkayê (AFPC-USA), nûçegihanê Rûdawê yê çalak û jêhatî yê li Washingtonê Diyar Kurde wekî yek ji herî baştirîn nûçegihanên biyanî yên sala 2024an hilbijart û dê roja 4ê Kanûna Pêşîn a îsal di merasîmeke pir mezin de li Washingtona paytexta Amerîkayê were xelatkirin.

Îsal li gel Birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji televizyona CNBC, Fox News, rojnameya New York Timesê, Axios, ZDF, Koma Televîzyonên Intervision û Kovara Barronsê ji hêla AFPC-USAyê ve bêne xelatkirin.

Salên berê jî çend rojnamegerên navdar ên navneteweyî yên Amerîka û welatên din ku li Amerîkayê dixebitin ev xelat wergirtine.

Her wiha, çend kesayetên ku rola wan di alîkarî û parastina rojnamegerên biyanî yên li bakurê Amerîkayê de hebû, ji hêla Komeleyê ve hatine xelatkirin, wekî Serokwezîrê Kanadatê Justin Trudeau, Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfieldê û Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Anthony Fauci.

Îsal jî di vî warî de Seroka Desteya Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Judy Geisenberg dê were xelatkirin.

Wekî ku li ser malpera AFPC-USAyê hatiye nivîsandin:

"Diyar Kurde rojnamegerekî Kurd e û Birêvebirê Ofîsa Washingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku yek ji saziyên medyayê yên pêşeng e li Rojhilata Navîn.”

Her wiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku Diyar Kurde bi berdewamî li Koşka Spî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Pentagonê pirsan li ser Rojhilata Navîn û Pirsa Kurdî dike û çendîn hevpeyvîn bi berpirsên niha û berê yên Amerîkî re kirine.

Diyar Kurde ji ber çalakiyên xwe yên gelek û karên xwe yên baş û bibandor, wekî herî baştirîn nûçegihanê Rojhilata Navîn ê li Amerîkayî yê sala 2024an hatiye hilbijartin.

Tora Medyayî ya Rûdawê pîrozbahiya herî bedew li hevkarê me Diyar Kurde dike.

Her wiha, em wergirtina vê xelatê li hemû rojnamegerên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Wergirtina vê xelatê dê karê Rûdawê bihêztir bike û hemû hevkarên Rûdawê jî dilgermtir bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê

29.10.2024 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst