Fransa hinek cihên olî yên Îslamî digire

29-09-2021
RÛDAW
Nîşan Fransa Mizgeft Gerard Darmanin Îslam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Fransayê Gerald Darmanin ragihand ku hikûmeta Fransayê biryar daye 6 mizgeft û hejmarek saziyên Îslamî li Fransayê bigire. Li gor hikûmeta Fransayê, ew mizgeft sazî Îslama radîkal li Fransayê belav dikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Gerald Darmanin di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Le Figaro ya Fransî de got "Ji sisêyan yek ji cihên olî yên ku guman tê kirin cihên radîkal in û di lîsteyên Îstixbaratên Fransî de ne, ji Mijdara 2020an ve dibin çavdêriyê de ne."

Darmanin da zanîn ku ev cihên olî li 5 navçeyên Fransayê ne û got, ji 2017an ve heta niha nêzîka 24 operasyonên pişkinînê hatine kirin û 650 cihên olî hatine girtin ku kesên radîkal diçûn wan.

Di 24ê Îlonê de hikûmeta Fransayê biryar da Komeleya Dijî Islamophobia û Komeleya Medînat El-Bereke li Fransayê bigire, ku berî niha biryar bû di dawiya 2020an de bihatana girtin, piştî kuştina mamosteyê Fransî Samuel Paty bi destê welatiyekî Fransî yê Îslamî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst