Konseya Ewlehiyê civiya: ‘Li Sûriyeyê rewş xirabtir bûye!’

29-08-2024
RÛDAW
Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa Sûriyeyê
Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa Sûriyeyê
Nîşan Sûriye Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Sûriyeyê civiya.

Wekî her car gotûbêjên tûnd di navbera nûnerên Amerîkayê û Hikûmeta Sûriyeyê de derketin.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Petersen di civîna Konseya Ewlehiyê de diyar kir, meha dawî wan dîtiye ku rewşa Sûriyeyê xirabtir bûye.

Cîgirê Nûnerê Sûriyeyê yê NYyê rexneyên tûnd li Cîgirê Nûnerê Amerîkayê girtin û destnîşan kir, her kes dizane ku hebûna leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ne yasayî ye û çavkaniyên Sûriyeyê didize.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Petersen got:

“Xemgînî ye ku hema bêje her roj li Sûriye û herêmê bi berdewamî sivîl tên kuştin û birîndarkirin.

Pevçûnên vê meha dawî ne tenê zerer da sivîlan, her wiha metirsiyeke nû ye ji bo aştî û ewlehiya qada navneteweyî.

Aloziyên herêmê gihîşt asteke metirsîdar.”

Di civînê de berdewamî şandeyê taybet bal kişand ser şer û pevçûnên li Derezor, Idlib, êrişên dronî yên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û êrişên li başûrê Sûriyeyê.

Pedersen da zanên ku şer û pevçûn li temamiya Sûriyeyê belav bûye û binesaziyên sivîlan zerereke mezin dibînin.

Her wiha amaje bi wê yekê kir ku wî li Cenevreyê ji bo rayedarên Sûriyeyê civînen gelekî cidî li dar xistine û hêvî dike ku di demeke nêzîk de bi Hikûmeta Sûriyeyê re bicivive.

Li aliyê din, di civîna Amerîka û Sûriyeyê de krîzek derket û her du aliyan jî 2 caran ji bo axaftinê destûr stand û hev sûcdar kir.

“Hebûna leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ne yasayî ye”

Cîgirê Nûnerê Sûriyeyê yê NYyê Hakam Dandi anî ziman:

“Nûnerê Amerîkayê li ser Sûriyeyê gotinên ne rast dike û her kes dizane ku hebûna leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ne yasayî ye ku bi hinceta DAIŞê ye.”

Cîgirê Nûnerê Amerîkayê Robert Wood jî di bersiva xwe de got:

“Dibêjin ku Amerîka çavkaniyên Sûriyeyê bi kar tîne. Ev tiştekî ne rast e.

Leşkerên me li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin. Me çend caran ev got.”

Nûnerên Amerîkayê da zanîn ku kesekî bi qasî Hikûmeta Sûriyeyê rewşa gelê Sûriyeyê xirabtir nekiriye.

Wan her wiha anî ziman ku divê mirov bîne bîra xwe ku şerê li Sûriyeyê çawa dest pê kir û bila Sûriye sedemên pirsgirêkên xwe neavêje ser kesên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst