Serokwezîrê nû yê Skotlandê di roja yekem de li koşka serokwezîriyê nimêj kir

29-03-2023
RÛDAW
Nîşan Skotland Humza Yousaf Serokwezîr Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Skotlandê Humza Yousaf, ku bi eslê xwe Misilman e, piştî ku mala xwe bar kir di roja ewil de, ligel malbata xwe li koşka serokwezîriyê nimêj kir.

Humza Yousaf ku duh weke serokwezîrê nû yê Skotlandê hat hilbijartin, di roja xwe ya ewil de li avahiya fermî ya Serokwezîrtiyê, Bute Housê ligel endamên malbata xwe nimêj kir û wêneyê wê kêliyê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.

Serokwezîrê Skotlandayê Humza Yousaf li ser hesabê xwe nivîsandiye: “Ez û malbata xwe îro (28ê Adarê) piştî dengdana parlamentoyê şeva xwe ya yekem li Bute House derbas dikin. Ev demek e taybet ku piştî vekirina fitarê weke her car ligel malbat xwe em nimêj dikin.”

Di peyameke din de Humza Yousaf diyar kir ku bi Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak re hevdîtin kiriye û got: “Min eşkere kir ku divê hukûmeta Şahnişîniya Yekbûyî ya Brîtanyayê rêzê li daxwazên demokratîk ên gel û parlamentoya Skotlandê bigire.”

Humza Yousaf, Wezîra Tenduristî û Xizmetên Civakî ya ku ji bo Serokatiya Rêveberiya Xweser a Skoçyayê û Seroka Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) Nicola Sturgeon bû namzet, di pêşbirka serokatiyê de bi ser ket.

Piştî ku Serokwezîrê Rêveberiya Xweser a Skotlandê û Serokê Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) Nicola Sturgeon, hem dest ji serokwezîriyê û hem dest ji serokatiya partiyê berda, Wezîrê Tenduristî û Xizmetên Civakî Humza Yousaf weke serokwezîrê nû yê wî welatî hat hilbijartin. Yousaf bi giştî ji sedî 52 ê dengan wergirt.

Siyasetmedarê bi eslê xwe Pakistanî Yousaf di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna serxwebûnê ya Skotlandê û got: “Niha ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi serxwebûnê heye.”

Yousaf ku di komcivana parlamentoya Skotlandê ya di 28ê Adarê de wek serokwezîr hat hilbijartin, bû yekem serokwezîrê Misilman ê wî welatî û di heman demê de bû parlamenterê herî ciwan ê welat û yekem wezîrê Misilman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst