Li Almanyayê kongreya salane ya DIAKURDê bi rê ve çû

28-12-2022
Hisên Omer
Wêne: DIAKURD
Wêne: DIAKURD
Nîşan DIAKURD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wurzburg ê Almanyayê, Kongreya Komxebata Konfederasyona Kurdên Diyaspora (DIAKURD) ya salane bi rê ve çû.

Beşdarên komxebata Diyasporaya Kurd, ku herdu rojên 27 û 28 vê mehê bi rêve çû, xebatên DIAKURDê nirxandin û pêwendiyên wê ligel rêxstinan û rewşa revenda Kurd gotûbêj kirin.

Dr. Welîd Şêxo, akademisiyan û siyasetmedarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa naveroka kongreya salane ya DIAKURDê kir.

Dr. Welîd Şêxo got "Bi rastî ev du rojên konferansa salane ya DIAKURDê tiştekî gelek pêwîst bû piştî kongreya Stockholmê. Em li ser gelek xalan rawestiyan çi bûyerên di hindirê çar parçeyên Kurdistanê de her wisa bûyerên derveyî welat bi taybet jî ev bûyerên nû ku li Parîsê çê bûn. Dê daxuyaniyeke me jî li serê derkeve û ya duyem jî nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi rê dikin."

Parêzer Roj Xelef, ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û beşdarî kongreyê bûye ji Rûdawê re got, armanc ji civînê berdewamkirina kar û xebatên DIAKURDê ye.

Roj Xelef ragihand "Piştî damezirandina DIAKURD di meha 1ê 2022an da li bajarê Stockholm a Swêdê duh û îro wek civîna me ya yekemîn bicih hat ji bo kar û xebata ku dost û hevalên hêja dest pê kirine, ev karê pîroz ê DIAKURDê em karibin berdewam bikin, alîkariyekê bidin miletê Kurd."

Di duemîn roja kongreyê de, beşdaran çendîn mijar, herwekî çalakî û projeyên pêşerpjê, çareseriya krîmînaleteyê di nav ciwanên Kurd de û pêwendiyên ligel rêxistinên Kurdistanê gotûbêj kirin. Beşdaran herwiha biryar derbarê kongreya duyem û da û daxuyaniyek belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst