Xwendekarekî Îranî ji bo bala welatên Ewropayê bikşîne ser xwepêşandanan xwe kuşt

28-12-2022
RÛDAW
Nîşan Lyon Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarekî Îranî yê ku li bajarê Lyon ê Fransayê dijî ji bo “bala welatên Ewropa û Rojava bikşîne ser pirsgirêkên welatê xwe” xwe kuşt.

Li gor AFPê çavkaniyekî nexwestiye navê wî were eşkerekirin diyar kiriye ku cenazeyê Mihemed Mûradî yê 38 salî yê ku xwe kuşt, roja Duşemê derengî şevê di Çemê Rhone yê Lyonê re derbas dibe de, hate dîtin.

Mihemed Mûradî berî ku xwe bavêje Çemê Rhone vîdeoyek li ser Instagramê belav kir û got ku ew ê xwe bixeniqîne da ku balê bikşîne ser tepeserkirina xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Îranê ve.

Mihemed Mûradî di peyama xwe de got, “Dema ku hûn li vê dîmenê temaşe dikin, ez ê di çem de bixeniqim. Ev xwekuştin ne pirsgirêkeke kesane ye. Li welatê min polîs êrîşî gel dike, me gelek jin û mêr ji dest dane. Divê em tiştekî bikin. Min biryar da xwe bavêjim Çemê Rhone û xwe bikujim da ku nîşan bidim ku gelê Îranê li ji vê rewşê pir bêzar bûye.”

Polîsê Lîonê ragihand ku piştî zêdetirî nîv demjimêrên lêgerînê, tîmên hawarçûnê cenazeyê wî anîne peravê û hewl dan rizgar bikin lê berî ku bibin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.

Dozgerên Lyonê ragihand ku wan lêpirsîn daye destpêkirin "ji bo piştrastkirina xwekuştinê, bi taybetî bi berçavgirtina peyamên ku li ser torên civakî ji aliyê kesê têkildar ve hatine belavkirin ku niyeta xwe ya xwekuştinê diyar dike" dest bi lêpirsînekê bikin.

Roja Sêşemê komekê kulîlk li peravên Çemê Rhonê danîn û Mihemed Mûradî bi bîr anîn.

Piştî ku Jîna Emînî ya 22 salî di 13ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin, bi hinceta ku “serê baş nepêçaye” di îşkenceyê de canê xwe ji dest da, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî hikûmeta Îranê xwepêşandan dest pê kirin.

Rêxistinên mafên mirovan ragihandin, hejmara xwepêşandêrên canê xwe ji dest dane gihîştiye 476 kesan û 100 kes jî di bin metirsiya cezaya darvekirinê de, di girtîgehê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst