Almanya dê piştî serê salê beşek ji penaberên Sûriyê vegerîne

28-12-2020
RÛDAW
Nîşan Almanya Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer ragihand ku ew dê ji serê sala nû û pê ve dest bi dîportkirina hinek hemwelatiyên Sûriyê bikin.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer diyar kir ku ew li gel Serokê Rêveberiya Koç û Koçberiyê li hev hatine ku ji 1ê Çileyê sala 2021ê ve, bi hûrgilî li ser hinek dosyayan kar bikin û rê li ber dîportkirinê vekin.

 Li gora Seehofer, hinek dosya hene ku rê didin xwediyên wan werin dîportkirin, lê ew dizane ku ev rêya dane ber xwe rêyeke dirêj û bi asteng e.

Wezîrê Navxwe yê Almanya dibêje divê hinek kes werin dîportkirin, eger nekin dê gelek kes bêyî tirsa dîportbûnê ji diziyê bigre heta kuştina kesan jî bikin û cihê vê jî di dewleteke dadwerî weke Almanya de nîne.

Seehofer dibêje, kesên ku tawanên giran kiribin û destûra wî welatî binpê kiribin, divê ji wî welatî derkevin.

Ji meha Çileya 2020an heta Mijdara 2020an li Almanyayê  93 hezar û 710 kesan daxwaza mafê penaberiyê kirine. Dema mirov van amaran dide ber amarên sala 2019an, hejmara penaxwazan ji sedî 30 daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst