Amerîka, reformên Wezareta Pêşmergeyan çawa dibîne?

28-07-2023
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Vedant Patel Wezareta Pêşmergeyan Reform
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Cigirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Amerîka ji ber dabeşbûna di nav Wezareta Pêşmergeyan de nîgeran e.”

Vedant Patel, di civîna xwe ya bi rojnamevanan re bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da.

“Me bankayên Iraqî siza nekirinê”

Patel, li ser pirsa Diyar Kurde ya di heqê sizayên Amerîkayê de amajê pê kir ku wan bankeyên Iraqê siza nekirine û got:

“Me ji van 14 bankayan 1 jî siza nekiriye. Destpêka tîrmehê, 14 banka ji lîsteya wan bankayên ku dikarin dovîzan ji Bankaya Navendî ya Iraqê wergirin hatin derxistin.

Armanca vê yekê ew bû kesên nêtxerab nikaribin bi rêya vê bankayê dovîzan bibine derveyî Iraqê.”

Vedant Patel bal kişande ser mijara gendeliyê û amaje pê kir ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî li dijî gendeliyê têdikoşe û ji bo modernkirina sîstema aborî ya Iraqê hewl dide.

“Em hîn jî nîgeran in”

Patel, pirsa Diyar Kurde ya bi şiklê “Nêrîna we li ser reformên Wezareta Pêşmergeyan çi ye?” jî bi vî awayî bersivand:

“Em hîn jî ji ber nokakiyên navxweyî yên di pêvajoya reformên di Wezareta Pêşmergeyan de nîgeran in û me ev nîgeraniyên xwe ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst