Nêçîrvan Barzanî piştgirî da vegera Wezîrê Pêşmergeyan

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Şoriş Îsmaîl Wezareta Pêşmergeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê vegera ser kar a Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl got, “Ev pêngaveke rast û giring e”

Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl danê sibehê vegeriya ser karê xwe û di civîneke çapemeniyê de sedemên vegera xwe eşkere kirin.

Îsmaîl Şoriş anî ziman ku ew ji bo parastina berjewendiyên hêzên Pêşmerge û Kurdistanê vegeriyaye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û piştgirî da vegera Şoriş Îsmaîl.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de wiha got:

"Em pêşwaziyê li vegera birêz Şoriş Îsmaîl Wezîrê Karûbarên Pêşmerge ya ji bo ser erk û karên xwe yên wezaretê dikin.

Ev pêngaveke rast û giring e û dê bibe alîkar ji bo baştir birêveçûna proseya çaksazî û yekxistina Hêzên Pêşmergeyan.

Em hêviya serkeftinê ji wî re dixwazin û piştevaniya wî dikin.

Rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên Îraq û herêmê bi giştî wisa dixwaze ku aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDK yekrêziya xwe bihêztir bikin û bigihin têgihiştineke hevbeş a ji bo jinavbirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkan.

Ji bo vê mebestê wekî Serokayetiya Herêma Kurdistanê, em dê di xebat û hewlên xwe de berdewam bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst