Blinken: Baweriya herdu gelê Hindistan û Amerîkayê bi azadiyê heye

28-07-2021
Nîşan Amerîka Hindistan Antony Blinken
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê peywendiyşên di navbera welatê xwe û Hindistanê de got: “Em bi behayê hevbeş bi hev ve hatine girêdan; û baweriya herdu gelê Hindistan û gelê Amerîkayê bi serbilindiya mirov, yeksaniya dana derfetan, serweriya yasa, azadiyên bingehîn û azadiya olî heye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi serdanekê gehişte Hindistanê û ligel hevtayê xwe civiya. Antony Blinken li New Delhiya paytext ji aliyê berpirsên paye bilind ên welat ve hat pêşwazîkirin û biryar e îro ligel Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û herwiha Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya weltê Ajit Doval bicive.

Blinken di rûniştineke taybet de ligel civaka sivîl li ser peywendiyên bihêz ên navbera Amerîka û Hindistanê rawestiya û got, behayê demokrasiya hevbeş a herdu welatan heye û baweriya herdu gelê Amerîka û Hindistanê bi serbilindiya mirov, yeksaniya dana derfetan û serweriya yasa û azadiyên bingehîn heye.

Biryar e îro Blinken piştî bidawîbûna serdana wî y abo Hindistanê, ber bi welatê Kuweytê li navçeya Kendavê biçe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dibêje: “Em bi behayê hevbeş bi hev ve hatine girêdan; û baweriya herdu gelê Hindistan û gelê Amerîkayê bi serbilindiya mirov, yeksaniya dana derfetan, serweriya yasa, azadiyên bingehîn û azadiya olî heye. Baweriya me wiha ye hemû xelk hêjayê wê yekê ne dengê wan ji aliyê hikûmetê ve bê bihîstin, birêz danûstandin ligel wan bê kirin bêyî wêya ew kî û çi bin. Evna prensîpên serekî yên demokrasiyê ne wek wêya li Amerîkayê heye û erkê me yê rast ew e ku wateyeke rast bidin wan gotinên tînin ziman.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst