Amerîkayê êrişa Moskowê şermezar kir

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Êrişa Moskowê Antony Blinken
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken êrişa terorîstî ya li Moskowê bi tundî şermezar kir.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê pêr êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Di êrişê de heta dina 133 kesan canê xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Blinken got, “Amerîka êrişa terorîstî ya 22yê Adarê ya li Moskowê bi tundî şermezar dike.

Em bi gelê Rûsyayê re ne ku piştî vê bûyera hovane şîna kesên ku jiyana xwe ji dest daye digire.”

Êrişa li Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Di êrişê de 133 kesan canê xwe ji dest da.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku 4 êrişkarên ku êriş pêk aniyee jî di nav de 11 kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst