‘Divê Biden dest ji doza Assange berde’

27-06-2021
RÛDAW
Nîşan Julian Assange Donald Trump Joe Biden Stella Morris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dergistiya damezrênerê Wikileaksê Julian Assange got, ji bo Amerîka pêşan bide ku serdema Donald Trump bi tevahî girtiye û di mijara azadiya çapemeniyê de pêşeng e, divê Serok Joe Biden dest ji doza Assange berde.

Washington ku Assange bi eşkerekirina belgeyên nehênî yên dewletê tohmetbar dike, daxwaza radestkirinê ji Brîtanyayê kiribû, lê ev daxwaz bi hinceta ku egera xwekuştinê zêde ye meha Çile hatibû redkirin.

Dergistiya Assange, Stella Morris ji Reutersê re axifî û got: “Eger Serok Biden, bixwaze mîrata ji Trump wergirtiye red bike divê vê dosyayê bigre. Nikarin ji aliyekî ve azadiya çapemeniyê biparêzin û li aliyê din li ser doza Assange berdewam bin.”

Morris, bi hêvî ye ku îdareya Biden bi awayekî cuda nêzîkî dosyeya `WikiLeaks`ê bibe, lê pirsa gelo parêzerên wî ligel Koşka Spî di têkiliyê de ne yan na bê bersiv hişt.

Morris da zanîn ku moralê dergistiyê wê ketiye lê dîsan hewl dide li ser piyan bimîne û rewşa Assange şibihand rewşa rojnamevanên ku li Çîn û Erebistana Siûdiyê rûbirû dibin. Morris herwiha got, plan dikin di nêzîk de li girtîgeha lê dimîne ligel Assange jiyana hevjîniyê pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst