Yunan: Di meha Tebaxê de 25 hezar koçberan hewl dan derbasî welatê me bibin

26-08-2022
RÛDAW
Nîşan Yunan Koçeber Takis Theodorikakos
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Yunanê Takis Theodorikakos ragihand ku di meha Tebaxê de zêdetir ji 25 hezar koçberan bi şêwazên neyasayî hewla derbasbûna sînorên Yunanîstanê dane û berpirsê vê yekê Tirkiyê ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Yunanê Takis Theodorikakos got “Hejmareke zêde ya xelkê Sûriyê hewla derbasbûnê didin. Ji ber ku Tirkiye zextê li wan dike ku vegerin welatê xwe.”

Wezîrê Berevaniya Welatiyan ê Yunanê, derbarê wan rêyên ku koçber tê re derbas dibin got: “Li hinek cihên sînorî yên di navbera Yunan û Tirkiyê de, ku av gelekî kêm bûye, koçber li wêderê hawar dikin û dibêjin; jiyana wan di metirsiyê de ye û armanca wan jî ew e, ku tîmên Ewropî biçin alîkariya wan û bi vî awayî bigihêjin nav axa welatekî endamê Ewropayê, ev di demekê de dibe ku ti metirsiyek li ser jiyana wan nîne.

Theodorikakos ragihand, dest bi têlbendkirina sînorên Tirkiye û Yunanê dikin û hejmara hêzên pasevanên sînor nêzîkî 250 kesan zêde dikin û hemû pêwîstiyan dabîn dikin, da ku bikaribin rêgiriyê li derbasbûna koçberan bikin.

Li gor Ajansa Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka îsal ve 7 hezar û 936 koçber gihiştine Yunanîstanê. 4 hezar û 436 koçber bi rêya Derya Egeyê û 3 hezar û 500 koçber jî bi rêya bejahî ji Tirkiyê gihiştine Yunanê.

Li gor amaran, ji sala 2021ê ve 9 hezar û 157 kes gihiştine Yunanîstanê, 4 hezar 826 kes bi rêya bejahî û 4 hezar û 331 kes bi rêya Derya Egeyê gihiştine. Heman demê 115 kesan jî di wê rêyê de canê xwe jidest dane yan wenda bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst