Li Yunanistanê ji ber germahiya zêde çûyîna cihên dîrokî hat qedexekirin

15-07-2023
Hisên Omer
Li Yunanistanê ji ber germahiya zêde çûyîna cihên dîrokî hat qedexekirin
Li Yunanistanê ji ber germahiya zêde çûyîna cihên dîrokî hat qedexekirin
Nîşan Yunanistan Cihên Dîrokî Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber germayê Hikûmeta Yunanistanê neçar maye ku ji bo parastina tenduristiya welatiyên xwe û geştiyarên Atînayê serdana şûnwarên dîrokî ji demjimêr 12ê nîvro heta 5ê êvarî qedexe bike. Tê pêşbînîkirin ku li Yunanistanê di rojên bê de germa nêzîkî 45 pileyan bibe, ji ber wê jî ji niha ve peravên deryayê tije bûne.

Germaya 41 pileyên sîlîzî Hikûmeta Yunanistanê neçar kir ku ji bo parastina tenduristiya welatiyên xwe û geştiyarên Atînayê serdana şûnwarên dîrokî ji demjimêr 12ê nîvro heta 5ê êvarî qedexe bike. Hinek geştiyaran bi kelecanî plana dîtina Ekropolîsê kiribûn lê germahiyê hêviyên wan şikandin.

Geştiyarê bi navê Hektor anî ziman, “Ez bi keştiyê hatim. Hatibûm serdana şûnwarên dîrokî bikim lê ez bêhêvî bûm. Ji ber ku hezkiriyê dîrokê me û min gelek pirtûk li ser van şûnwaran xwendine lê min nikarî wan bibînim.”

Hikûmetê derbarê bêhişbûn û hişkbûna laş de hişyarî daye welatiyan. Karkirina bi ker û hespan jî li welatiyan ji demjimêr 12ê nîvro heta 5ê êvarî qedexekirî ye. 

Geştyareke ji Kolombiyayê Sîlviya got, “Gelekî germ e lê me xwe amade kiribû. Av bi me re heye û hinek kelûpelên hênikkirinê jî. Ji ber vê jî germayê bandor li me nekiriye.”

Tê pêşbînîkirin ku li Yunanistanê di rojên bê de germahî nêzîkî 45 pileyan bibe, ji ber vê jî ji niha ve peravên deryayê tije bûne.

Beşek ji keşnasan  sedema vê pêla germayê bo diyardeya El Nîno vedigerînin ku Başûr û Rojhilatê Ewropayê daye berxwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst