Kurz: Tirkiye ji bo penaberên Efxanî cihê herî baş e

26-07-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Nemsa Efxan Sebastîan Kurz Talîban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Nemsayê Sebastîan Kurz dibêje, Tirkiyê ji bo penaberên Efxan cihê herî baş e.

Sebastian Kurz di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Bild ragihand, ji bo penaberên Efxan, mayina li Tirkiyê ji çûna Almanya, Nemsa û Swêdê gelekî çêtir e.

Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz, piştî kişandina hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, li ser destpêkirina pêleke nû a koçberiyê ji wî welatî hişyarî da welatên Yekîtiya Ewropa (YE).

Kurz ragihand, ji bo penaberan welatên cîran, Tirkiyê an jî deverên aram ên Efxanistanê cihên herî baş in.

Ew dibêje, eger xelk neçarî revê bibe, li şûna ku berê xwe bidin Nemsa, Almanya an Swêdê, baştir e ku li welatên cîran ên weke Tirkiyê bimînin.

Serokwezîrê Nemsa dibêje, eger derfeta dersnînorkirina penaberan bo welatê wan tune be, divê em bikaribin wan vegerînin welatekî ne endamê YE.

Kurz dide zanîn jî ku wê hikûmeta wî bixwe berdewam wan Efxanên ku serlêdana wan ji bo mafê penaberiyê hatiye redkirin, vegerîne Efxanistanê û zêdebûna kontrola Talîban jî nikare rêgiriyê li vê biryara wan bike.

Kurz, zêdebûna rêjeya tawanan li Ewropa vedigerîne ser zêdebûna hejmara koçberan û dibêje, divê hûn berê xwe bidin amarên tawanan, piraniya van bûyerên hovane ên ku niha têne dîtin, berê nebûn.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku piştî pêşveçûna çekdarên Talîbanê hişyariyeke pêeleke koçberiyê ji Efxanistanê tê dayîn û hejmareke zêde ya koçberên Efxanî jî hewl didin bi rêya Wana Bakurê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bibin.

YE: Alîkariyên ji bo penaberan Efxaniyan jî li xwe digrin

Li aliyê din YE bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo zêdebûna hejmara penaberên Efxan budceyeke taybet nedin Tirkiyê û ev yek di plana wan de nîne.

Heftiya derbasbûyî YE amaje bi zêdebûna hejmara penaberên Efxan kiribû û ji bo rawestandina wê pêla koçberiyê behsa alîkariyeke aborî bo hikûmeta Kabulê û welatên cîranên wê ketibû rojevê.

Wê demê behsa wê yekê jî hatibû kirin ka Tirkiyê jî dikeve nava xeleka wan welatên ku alîkariyê wergirin an na û li gora hinek aliyan wê Tirkiyê jî parek ji wê alîkariyê wergirtiba.

Li gorî hinek çavkaniyên li nava YE, ji xwe niha wê Yekîtiyê pêşniyaza budceyeke bi qasî 3 milyar û nîvan ji bo Tirkiyê kiriye û derveyî wê alîkariyê, wê tu alîkariyên din nebin.

YE dibêje, wan di danîna wê budceya alîkariyê de ferq û cudahî nexistine nava penaberên Sûriyê û Efxanistanê û diyar kirine ku temamê penaberan û tundkirina sînoran li xwe digre.

Li gorî plana YE, wê bi giştî 5,77 milyar euro alîkarî bigihîje Tirkiyê, Urdin, Libnan û Sûriyê. Lê alîkarî nakeve destê hikûmetan, ew ê bigihîje Rêkxistinên Civaka Sivîl ên ku projeyên mirovî bo penaberan rêk dixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst