Hewlêr (Rûdaw) – Grûpa çekdar a bi pereyan Wagner a Rûsyayê ragihand ku wan cenazeyê welatiyekî Amerîkî yê ku duh di şerê li bajarê Baxmût ê Ukraynayê de canê xwe ji dest dabû û yê welatiyekî Tirk ê ku di avahiyeke hilweşiyayî de mirî hat dîtin, şandine welatên wan.
Damezrînerê grûpa çekdar a bi pereyan Wagner Yevgeni Prigozin ragihand di bin kavilên avahiyeke ku di şer û pevçûnên li bajarê Baxmût ê Ukraynayê hilweşiyabû de termê welatiyekî Tirk û leşkerekî berê yê Amerîkayê hatin dîtin.
“Em cenazeyên wan dişînin”
Prîgozîn wêneyê 2 tabûtên ku bi alayan hatibûn pêçan parvekiribû û diyar kir ku cenazeyên her du kesan şandine welatê wan.
Di vîdeoyekê de tê dîtin ku leşkerên Wagner du tabûtan digirin û yekî bi ala Amerîkayê û yê din jî bi alaya Tirkiyê dipêçin.
Damezrînerê Wagnerê Yevgeni Prigozin got, “Em bi girtiyan re cenazeyên Amerîkyekî û Tirkekî dişînin.
🇷🇺🇺🇦🇺🇸🇹🇷 Prigozhin published a video from the transfer of the bodies of the US citizen Nicholas Meymer, who died in Artemovsk (Bakhmut), and a Turkish citizen. pic.twitter.com/69kIWQFvc5
— Sinnaig (@Sinnaig) May 25, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse