Grûpa Wagner: Me hejmarek bingehên serbazî bi dest xistin

24-06-2023
Ferdî Sak
Grûpa Wagner: Me hejmarek bingehên serbazî bi dest xistine
Grûpa Wagner: Me hejmarek bingehên serbazî bi dest xistine
Nîşan Wagner Artêşa Rûsyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê gef li grûpa Wagner xwar û got ku kesên di vê aloziyê de beşdar in dê bêne cezakirin, serokê Grûpa Wagner jî bersiva Putin dide û dibêje dê serokekî nû ji bo Rûsyayê bê danîn.

Hevpeymaniya doh veguherî dijminatiya îro, Serokê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigozhin (Vagnir Yivgeniy Prîgojin) serî hildaye û dijî artêşa Rûsyayê rawestiyaye. Ew kesê ku wek hevalê nêzîk ê Putin dihat dîtin, niha gefa êrîşkirina ser Moskowê dixwe.

Prigozhin di dîmenên vîdeoyî yê herî nû de dibêje, hêzên Wagner ku li herêma Donetskê bûn û dijî artêşa Ukraynayê şer dikirin, niha vegeriyane nav axa Rûsyayê û daxwaz dikin tevgera serbazî bê rawestandin.

Serokê Grûpa Wagner Yevgeny Prigozhin got, “Me baregahê serekî yê Rostovê kontrol kiriye. Em bi pey Wezîrê Berevaniyê Sergei Shoigu û Serokerkanê Rûsyayê de digerin. Heta ew li ser desthilatê bin, em vî cihî vala nakin, herwiha ber bi Moskowê jî dikevin rê.”

Bajarê Rostov dikeve başûrê Rûsyayê, hêzên Wagner ji Herêma Donetskê ya Ukraynayê 106 kîlometre rê qut kirine û gihiştine bajêr. Ji wê derê bo Moskowê nêzîkî 500 kîlometre ye.

Prigozhin dibêje, 25 hezar çekdar bi çekên herî nû wek top û tankên jîr di bin destê wî de ne û li benda amajeyeke wî ne. Prigozhin artêşa Rûsyayê bi êrîşkirina ser Grûpa Wagner tohmetbar dike û dibêje, armanca wan dawîanîna wê ye. Artêşa Rûsyayê red kir û daxwaz ji endamên wê grûpê kir ku çekên xwe dayînin.

Fermandarê Hêzên Rûsyayê Sergei Surovikin bang li Wagnerê kir û anî ziman, “Ez daxwazê ji we dikim rawestin. Dijminên me li benda têkçûna rewşa welatê me ne; nabe hûn di berjewendiya dijminên Rûsyayê de tevbigerin. Berî dereng be, divê hûn dest jî wî karê xwe berdin û bi awayekî aştiyane di jêr çavdêriya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Rûsyaya Federal de dawî li wê pirsgirêkê bê anîn.”

Kremlînê tevgera Serokê Wagnerê wek hewldana "Darbeya Leşkerî" binav kir û Wezareta Navxwe ya Rûsyayê fermana girtina Prigozhin derxist. Piştre Serokê Rûsyayê gotarek pêşkêş kir û bi tundî gef li Wagnerê xwar.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, “Grûpa Wagnerê ku demekê mil bi mile artêşa Rûsyayê li Ukraynayê şer dikir, niha serî hildaye û xencer li pişta me daye, bi dijwarî rûbirûyê wan dibin û cezayên xwe werdigirin.”

Nakokiya Prigozhin ligel Wezîrê Berevaniyê Shoigu vedigere nêzîkî 11 meh berî niha. Wê dema Grûpa Wagner ku bi pere şer dikin, bi rêya îmzekirina girêbestekê ligel Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, rasterast beşdarî şerê kontrolkirina bajarê Bakhmutê li Herêma Donetskê yê rojhilatê Ukraynayê bû.

Prigozhin, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar dike ku rê nade bigihin çek û keresteyên serbazî bo çekdarên xwe.

Serokê Grûpa Wagner Yevgeny Prigozhin got, “Hinek kes hene dikarî wan wek bê rewişttirîn kesên vê cîhanê binav bikî, ez ji vê derê ji wan re dibêjim, Shoigu, Wezîrê Berevaniyê kêmbûna me ya çekan gihîştiye ji %70ê tu li kuyî hey bê rewişt.”

Grûpa Wagner wek yek ji grûpên çekdar ên xwedî ezmûn û bihêz ên cîhanê tê hesabkirin. Tê gotin ku çekên herî nû di destê wê de ne û di warê taktîkên şer de jî hinek caran didin pêşiya artêşa Rûsyayê.

Her çiqas hîn zû ye bê zanîn ka çarenivîsa vê tevgerê ber bi ku ve diçe lê bêguman wiha li Putin dike bi hûrgilî hesabên xwe yên serbazî di ber çav re derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst