Jineke Dêrsimî li Hollendayê bû wezîr

26-05-2021
RÛDAW
Nîşan Dîaln Yeşîlgoz Hollenda Wezîr Partiya VVD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) Dîlan Yeşîlgoz a Kurd li Hollendayê bû Wezîra Dewletê yê Karûbarên Aborî û keşûhewayê.

Ji ber nexweşiya sendromekî ya Bastiaan van 't Wout dê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius erka wî ya wezîrtiyê bigre ser milên xwe.

Dîlan Yeşîlgoz a ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye, di hilbijartinên sala 2017an de di rêza 19mîn kete parlamentoya Hollendayê û di partiya xwe ya VVdê de gelek bi bandor e.

Di hilbijartina dawî ya Hollendayêde derket rêza 5emîn û ji bo kabîneyeke din navê wê ji bo wezîrtiyê derbas dibû.

Dîlan Yeşilgöz di van salên dawî de bi giranî li ser wekhevî û dadê sekinî. Yesîlgoz bi ChristenUnie re, bi tundî li dijî antîsemîtîzmê (Nijadperestiya dijî cihûyan) bû.

Di sala 2019an de piştgiriyê da qedexeya teqemeniyan. Lê paşê van îfadeyên xwe paş de vegerand, ji ber ku grûpa VVDê bi piranî di ramanê de nîbûn.

Dîlan Yeşîlgoz a ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye di sala 1977an de li paytexta Tirkiyê Enqerê ji dayîk bû û  di biçûkatiya xwe de bi malbata xwe re koçî Hollendayê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst