Yunan: Tirkiye rê li qaçaxçîtiya mirovan nagre

25-12-2021
RÛDAW
Nîşan Yunan Tirkiye Koçber Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Peravan ên Yunanê didin zanîn ku doh di belemeke binavbûyî de li deryaya egeyê 16 koçber xeniqîne. Wezîrê Deryavaniya Yûnanê Tirkiyê bi wê yekê tometbar dike ku rê li ber qaçaxcîtiya bi mirovan nagre.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Peravên Yûnanê, doh li deryaya egeyê belemek binav bûye û 16 koçber têde xeniqî ne. Di nava heftiyekê de li heman deverê 3 bûyerên binavbûna beleman rû dan.

Li gorî medyaya Yunanê, di bûyera doh de zarokek, 3 jin û 12 zilam xeniqîne û cenazeyên wan ji avê hatine derxistin. Li gorî texmînan 80 kes di belemê de bûn û ew ji Tirkiyê bi rê ketiye û berê xwe daye Îtalyayê.

Beriya vê rûdanê, li heman deverê belemeke din jî binav bibû û 11 koçber xeniqî bûn 90 jî hatibûn rizgarkirin. Li gorî zanyariyan, berê wê belemê jî li Îtalya bû.

Wezîrê Deryavaniya Yunanê Giannis Plakiotakis diyar kir ku qaçaxciyên mirovan berpirsê vê karesatê ne û tu qîmetê jiyana mirovan li cem wan nîne, wan koçberan bê êlekên ewlekariyê û rênimayên din ên parastinê li beleman siwar dikin.

Her wiha Plakiotakis, rexne li Tirkiyê jî kirin ku rê li ber qaçaxciyan nagre û ew jî berpirsa vê karesatê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst